ENQERE - Welatiyên di Komkujiya Gara Enqerê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 28’emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn.
Welatiyên di Komkujiya Gara Enqerê ya 10’ê Cotmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dan, di meha 28’emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn. Welatiyê di saeta 10.04’an a komkujiyê de kom bûn, rêz girtin.
Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun, di bîranîn de axivî û wiha got: “Platforma me 28 mehin têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dike. Em dixwazin hemû berpirsiyarên komkujiyê bên dagirzandin û li cihê komkujiyê bîrdarî bê lêkirin.” Coşgun, banga tevlîbûna doza 10’ê Cotmehê ya dê di 4 û 5’ê Nîsanê de bê lidarxistin kir û wiha domand: “Doza darizandina 19 girtiyên DAIŞ’ê, bi piştgiriya raya giştî hatiye astekê û di pêvajoya ji vir û şûn de jî dê piştgiriya raya giştî xwedî girîngeyek mezin be.”
Serokê Giştî yê BTS Hasan Bektaş jî, diyar kir ku desthilatdariyê piştî 7’ê hezîranê kaos avakir û wiha axivî: “AKP’ê demokrasî ji holê rakir û dixwaze rejîma yek zilamî ava bike. Ji ber vê yekê welat kir nava gula xwîne. Heya aştî û demokrasî bê vî welatî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Welatiyên beşdarî bîranînê bûn, piştî axaftinan qûrnefîl danîn ber Bîrdariya Aştiyê û ji qadên derketin.