ENQERE - Welatiyê Amerîkî yê dibin banê QSD’ê de, li Reqqayê li dijî DAIŞ’ê şer kir Lucas Chapman, diyar kir ku kurdên wî şahidiya şerkeriya wan kiriye, tu carî li Efrînê bin nakevin, ji sedî sed dê kurd qezenc bikin.”
Welatiyê Amerîkê yê dibin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, 7 mehan li Reqqayê li dijî DAIŞ’ê şer kirî Lucas Chapman, piştî bajêr ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, vegeriya welatê xwe. Chapman, ê li welatê xwe aşvaniyê dike, di haman demê de di xebatên Îttîfaqa Kurdên Amerîkaya Bakur de cih digire.
Chapman ê têkoşîna kurdan ji nêz ve nas dike, di Eylûla 2017’an de gava Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan çû DYA’yê û di civîna Komîteya Beralîkirina Neteweyên Tirk û Amerîkayê (TASC) de Erdogan şermezar kiribû.
Chapman ê li dijî DAIŞ’ê şer kir, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
‘GELÊ KURD MÎNA MALBATA XWE DIBÎNIM”
Chapman, diyar kir ku di şerê Reqqayê yê li dijî DAIŞ’ê de wî kurd ji nêz de nas kirin û wiha got: “Ez kurdan mîna malbata xwe dibînim. Li Rojava, kurdan ji bo min xwîn rijandin. Niha jî dura mine. Ez li her cihê û bi her awayî kurdan diparêzim. Ez vê yekê weke erka xwe ya sereke dibînim. Efrîn, Rojava û Amerîkaye.”
Chapman, anî ziman ku ew operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê weke dagirkeriyê dinirxîne û wiha bilêv kir: “Tirkiyeyê li dijî Efrînê tevgera dagirkeriyê dest pê kiriye. Tenê sedemek vê yekê heye, mirinê ji bo gelê kurd rewa dibîne. Êdî siyaseta Erdogan qels bûye. Dixwaze ji bo xwe dijminên nû ava bike ku li ser siyaseta Tirkiyeyê hakîm be”
‘TU FERQ DINAVBERA TSK Û DAIŞ’Ê DE TUNEYE’
Chapman, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Tu ferq dinavbera TSK û DAIŞ’ê de tuneye. Gava ku li Rojava bûm, min ev yek baştir fam kir. Hemû pirtûk, Kuran û nasnameyên çeteyan yên Tirkiyê bû. Çete, çetene. Ji ber vê yekê em nikarin têkoşîna parastinê ya li Kobanê, Efrînê û Cizîrê ji hev cûda bikin.”
‘DÊ KURD BI SER BIKEVIN’
Chapman, da zanîn ku kurd dê li Efrîn li dijî TSK û OSO bin nekevin û wiha bilêv kir: “Kurdên ku min şahidiya şerkeriya wan kirî, tu caran li Efrînê bin nakevin.”
Chapman, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di mînakên min li Sûriyeyê dîtin de, gelê kurd serkeftina xwe avakirine. Li Bakurê Kurdistanê artêşa Tirk bin keft. Gelo dê çawan karibe li Sûriyeyê bi ser bikeve? Di qada navneteweyî de piştgiriyek mezin ji gelên Rojava re heye. YPG/YPJ û QSD di lîsteya terorê de cih nagirin. Ez baş dizanim ku ji sedî sed em ê qezenc bikin. Yanî dê kurd qezenc bikin.”
MA / Selman Guzelyuz