STENBOL /AMED - Di serdegirtinên malan ên navçeyên Umraniye û Sultanbey ên Stenbolê û navçeya Pîrana Amedê de, 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Sultanbeyli ya Stenbolê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kirin. Firat Toptemur, Esra Toptemur, Rojîn Urper û du kesekên navên wan nehatin zanîn, birîn midûryeta polîsan a Sultanbeylî.
KESEK LI UMRANIYÊ JÎ BINÇAV KIRIN
Di operasyona polîsan a serê sibê ya li Umraniyê de jî Mehmet Ay hat binçavkirin. Hat diyar kir ku Mehmet Ay birine midûryeta polîsan a Umraniyê.
6 KES BERDAN
Di heman demê de li Sultanbeyliyê, 6 xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên amadekariyên Kongreya Mezin a Asayî ya di 11’ê Sibatê de bê darxistin dikirin, Tulay Aydin, Saltanat Yilmaz, Bînguzer Ulu, Muhlîs Bozdemîr, Cemîl Hanoglu û Guneş Sarikabadayî piştî îfadeya wan a midûryeta polîsan temam bû, hatin berdan.
LI AMEDÊ JÎ KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Pîran a Amedê jî, polîsan serê sibê bi ser malekê de girtin. Hemû alavên malê belav kirin û Ahmet Alinbay binçav kirin. Alinbay ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, hat diyar kirin ku polîsan jê xwestiye navçeyê biterîne û gef lê xwarine.