EDENE - Endamê MYK'a Egîtîn Senê Ahmet Karagoz bertek nîşanî serbestberdana 4 bersûcên doza Aladagê da û aşkera kir ku danişîna dozê wekî şanoyê derbas bûye. Serokê Baroya Edeneyê Parêzer Velî Kuçuk jî da zanîn ku rapora pêzan Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê û îtfayeyê wekî qusûra talî dibîne û ev yek wan dixe nav fikaran û ev tişt got: "Divê kesên ji van mirinan berpirsyar bên cezakirin."
Di 29'ê Mijdara 2016'an de li navçeya Aladagê ya Edeneyê di yurda cemaeta Sulemaniyan de şewat derketibû, 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Doza der barê bûyerê de li Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê dewam kir, piştî heyeta dadgehê guherî û rapora pêzan bersûc di dereceya duyemîn de qusûra talî dît û bi hinceta "armanca ku li bendê ye girtî bide nîşan pêk hatiye", ji 6 kesên girtî 4 kes serbest hatin berdan. Gelek kesan bertek nîşanê vê biryarê da, xwestin bersûc careke din bên girtin.
'DAINÎNÊN DOZÊ WEKÎ ŞANOYÊ DERBAS DIBE'
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê Egîtîm Senê Ahmet Karagoz, da zanîn ku wan pêvajo ji serî ve dişopand û di hemû dinişînên dozê wekî şanoyê derbas dibû û wiha got: "Teraziya hiqûqê li welatê me di çarçoveya armancên desthilatdariyê de tê diyarkirin û bi fermanê bi rêve diçe. Tu maf û azadiya mirovan tune, rêgezên gerdûnî yên hiqûqê tune kirine û di heman demê de peywira dewleta hiqûqa civakî teslîm cemaet û terîqetan kirine. Kesên nerazîbûn nîşanê vê rewşê didin, bi heman şekî bi fermana desthilatdariyê tên binçavkirin û girtin."
'QEDER Û QEZA...'
Karagoz da zanîn ku Wezareta Edaletê, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî û Wezîrê Polîtîkayên Civak û Malbatê, ji bo bersûcan biparêzin ketine pêşbirkê û ev tişt got: "Ji bo wan çawa hebe zarokên dimirin zarokên xizanan e. Hine pere li ser hesabên wan tê razandin û dest ji dozê berdidin, di vî warî de gavên şênber jî davêjin. Kesên êşa zarokên xwe nizanibe; her dem wekî qeza, qeder û fitratê dinirxîne. Ji ber wê dê demekê şûn de bersûcên girtî jî bên berdan û wan beraet bikin."
Karagoz destnîşan kir ku dayikên dilşewat tenê dawazeke wan heye, divê kesên bi qusûr bên cezakirin û wiha pê de çû: "Ew kesên di mirina zarokan de bi qusûr in, ji bo ruhê wan rehmetekê dixwînin û sûcên xwe bincil dikin. Ev bûer li welatekî din biqewimiya, dê 'erd li cihê xwe bihejiya.' Em naxwazin bi hurmetnîşandanê wijdana xwe rihet bikin. Em wekî Egîtim Senê emê şoptarê vê dozê û bûyerên din bin."
'BUNUN VERİLMESİ DÜŞÜNDÜRÜCÜDÜR'
Serokê Baroya Edeneyê Parêzer Velî Kuçuk jî aşkera kir ku der barê 4 kesên hatine berdan de 15 salan ceza dihat xwestin, beyî ku dadgeh li benda danişîna dozê bimîne biryar daye û di rapora pêzan de midurê yurdê û serokê komeleyê wekî kesên bi qusûr hatine dîtin, rêveberên komeleyê û Midurê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê yên li yurdê kontrol kirine jî berpirsyar in. Kuçuk anî ziman ku Midurê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê, di rapora xebatê de biryar daye ku yurd li gorî mewzûetê ye û di warê tenduristiyê de tu pirsgirêk tune, lê di rapora pêzan de hem midur û hem jî peywirdarên îtfayeyê wekî qusûra talî hatine dîtin û ev wan dixe nav fikaran.
Kuçuk got ku 12 mirovan di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye û ew dest ji dozê bernadin dê heta dawiyê dozê bişopînin.