DERSIM – Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Cevdet Konak, destnîşan kir ku wê ji Erzingan, Xarpêt û Dersimê mirov bi coşeke mezin tev li kongreya HDP'ê bibin û got, tevî hemû girtinan jî wê bi deh hezaran mirov ber bi Enqereyê ve biherikin.
Tevî hemû binçavkirin, girtin û çewisandin û êrîşan jî amadekariyên HDP'ê yên ji bo Kongreya Asayî ya Mezin a 3'yemîn ku dê roja yekşemê li Enqereyê li Eywana Sporê ya Arenayê bê lidarxistin ber bi qedandinê ve diçin. Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Cevdet Konak ku li Xarpêt, Erzingan û Dersimê xebatên der barê kongreyê de bi rê ve dibe, beşdarbûyîna ji bo kongreyê û çewisandinên li ser partiyê nirxandin. Konak got kongreya ku ew ê li dar bixin wê bibe dengê wekhevî û azadiyê û di xebatên kongreyê de yên wan di vê çarçoveyê de li herêmê kirin, gel HDP'ê wek hêviyê dibîne. Konak bi lêv kir ku ew ê kongreyeke ku hemû baweriyan, çandan û nasnameyan hemêz dike li dar bixin û di vî warî de baweriya gel tam e.
‘EM Ê BI COŞEKE MEZIN TEV LÊ BIBIN'
Konak, destnîşan kir ku li herêmê li gel hemû çewisandin, şidet, binçavkirin û girtinan jî gel xwedî li partiya xwe derdikeve û got: "Em ê bi heycan û coşeke wisa ji herêma xwe beşdarî wê bibin. Wê kongre bibe dengê demokrasî, aştî û azadiyê. Wê kongreya me li hemberî faşîzmê bibe bersiveke baş e." Konak got mebest ji binçavkirin û girtinên beriya kongreyê pêk hatin, astengkirina kongreyê ye.
‘WÊ GELÊ ME BER BI ENQEREYÊ VE BIHERIKE'
Konak ev tişt gotin: "Wê ev operasyon gelê me netirsîne. Wê gelê me ber bi Enqereyê ve biherike. Wê bi deh hezaran mirov li Enqereyê li partiya ku ji bo xwe wek hêviyê dibînin xwedî derkevin. Wê li dor wê bibin xelek. Binçavkirin tenê ji bo tirsandinê ne. Ji bo kongreya me bi awayekî hêzdar pêk bê, çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê heta deqeya dawîn jî bi moralekî mezin xebatên xwe bi rê ve bibin. Wê di kongreyê de derkeve holê ku tekane hêviya azadî, aştî û demokrasiyê HDP ye. Wê di 11'ê Sibatê de dengê hêviyê bilind bibe."