Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê bi deh hezaran bersivê bidin

  • rojane
  • 09:05 10 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL – Beriya 3'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP'ê pêkhateyên HDK'ê hatin binçavkirin. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş bertek nîşanî van binçavkirinan da û got: "Îktîdar dibêje 'Êdî ev tune ne, qediyan'. Lê em ê bi deh hezaran mirovî bersiva vê fîkriyata îktîdarê bidin." 

Beriya Kongreya Asayî ya Mezin a 3'yemîn a HDP'ê ku dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bê, gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên pêkhateyên HDP'ê ne hatin binçavkirin. Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, Hevberdevka Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû, Hevberdevkên Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir Nacî Sonmez û Eylem Tûncaelî, Wekîla Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fadîme Çelebî û Hevserokê Giştî yê Partiya Ji Nû Ve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya li Stenbolê hatin binçavkirin. Her wiha li Îzmîrê jî polîsan avêt ser mala Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay de jî biryara binçavkirinê hat dayîn. Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî van binçavkirinan dan. 
 
‘WÊ MIROV WÊ EYWANÊ TIJE BIKIN'
 
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş, diyar kir ku armanca van binçavkirinan astengkirina kesên ku dê di kongreyê de peywirdar bin û ev tişt gotin: "A rast du sê gav hene. Ya yekemîn astengkirina girseyê ye. Çimkî hatina bi deh hezaran mirovî ji bo me meseleya herî girîng e. Îktîdar dibêje 'Êdî ev tune ne, qediyan'. Lê bi deh hezaran mirovî bersivdayîna vê fîkriyata îktîdarê wan nerihet dike. Otobêsên hatine amadekirin, pankartên hatine çêkirin dibînin. Wê ev kongre hem polîtîkaya şerî ya binketî, krîza aborî û hem jî rasteqîniya vî welatê ku veguherandine girtîgeheke vekirî teşhîr bike. Ji ber vê dixwazin girseyê asteng bikin." 
 
Ataş, bi lêv kir ku sedemeke din a van binçavkirinan jî astengkirina kesên ku dê di HDP'ê de cih bigirin û domand: "Dixwazin delegeyan û kesên ku dê bibin endamê PM'ê yan jî wê di vê çarçoveyê de tev bigerin asteng bikin. Niha jî li hemberî Hevberdevkên HDK'a ku bi awayekî siyasî HDP'ê temsîl dike operasyona hatin lidarxistin. Em li benda vana bûn. Ji ber vê em jî li benda hemû gel, hêzên demokrasiyê, xwazî bila HDP'yî bin an nebin, em li benda hemû mirovên aştîxwaz in û li dijî şer in ku tev li kongreyê bibin." Ataş got li dijî van operasyonan qethiyen ew qadên têkoşîn naterikînin û li gel her tiştî jî wê wê mirov bên û wê eywanê tije bikin.
 
'WÊ BI SER NEKEVIN'
 
Rêveberê SYKP'ê yê Stenbolê Mehmet Kesîm jî, destnîşan kir ku bi girtin û binçavkirinên bi şerê ku ji roja ku rewşa Awarte hatiye îlankirin bênavber didome pêk tên, hedefa wan tenê bêdengkirina muxalefetê ye. Kesîm bi lêv kir ku bi vî awayî tê xwestin ku kirasekî sazîbûyînê li faşîzmê bê kirin û serketina dîktatoriya faşîst bê îlankirin. Kesîm got bi binçavkirina kesên ji HDP, HDK û tevgerînên sosyalîst wê hedefa ku faşîzmê diyar kiriye nikaribe îlan bike. Kesîm diyar kir ku bi hezaran endamên HDP'ê di girtîgehê de ne, lê belê dîsa jî her roj xwe nû dike û riya xwe didomîne û got: "HDK jî di pêvajoyeke zînde de ye. Hemû tevgerînên sosyalîst, hêzên demokratîk li riya têkoşîna bi hev re digerin û dibînin. Wê ev têkoşîn bidome. Wê kongreya HDP'ê jî peyamekê bide van pêkanînan û hemû cîhanê. Em li ser piya ne, em ê bitêkoşin û em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Em bi vê baweriyê fealiyetên xwe didomînin." 
 
Endamê Desteya Rêvebir a HDK'ê Metîn Kayaoglû jî desnîşan kir ku îktîdara AKP'ê ji bo xwe welatekî bêmahnî, pak dixwaze û got: "Em li vî welatî tekane derdorên ku li dijî îktîdarê muxalfetê dikin. Helbet kongreya HDP'ê ya ku dê roja yekşemê bê lidarxistin ji bo ji derheqê van pirsgirêkan derkeve liv û tevgerînek e. Îktîdar dixwaze kongreya ku dê bibe cihê hêviyê asteng dike. Armanca îktîdarê ya çend rojan ev e." Kayaoglû bi lêv kir ku AKP qîma xwe bi vê yekê tenê nayîne û domand: "Îktîdara Qesrê dixwaze baxçeyekî bê dirî biafirîne. Baş dizane ku li Meclîsê HDP û li Tirkiyeyê jî HDK tevgerîneke demokratîk e û di warê teoriyê de zexm e. Hemû hewldanên wê ew e ku vê tevgerê asteng bike." Kayaoglû ku got "Li Efrînê, li kurdistanê, li Stenbolê, li Îzmîrê perçeyeke HDP û HDK'ê heye" ew ne muxalefeteke ku îktîdara siyasî karibe wan biqedîne. Kayaoglû got: "Divê hem muhatabên me hem jî dostên me vê yekê zanibin." 

Sernavên din

10/02/2018
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e
14:38 4 roj in agahî ji rojnamegerê Îranî yê muxalîf nayê girtin
13:57 Ji bo piştgiriyê bidin gundê êzidiyan çûn herêmê
13:38 Dozger pêdivî bi lêpirsîna belgeyên Grava Manê nedît
13:20 Kesên di Komkujiya Enqerê de jiyan xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:14 Di doza kujerê 11 zarokên li Aladagê de 4 bersûc berdan
12:13 Gelê Wanê ji bo kongreyê ketin rêya Enqereyê
12:12 Rojnameger Yilmaz di hucreyê de ye: Avê nadin min
11:47 Destûra çûyîna rojnameger Emeç a Swîsreyê hat qebûlkirin
11:42 Şakirî bi rêyên qaçaxî albuma xwe dişîne welat
11:33 Chapman ê DYA’yî: Kurd li Efrînê tu carî bin nakevin
11:20 Bi boneya Efrînê mehek telefonê li girtiyan qedexe kirin
11:08 Parêzerê Ocalan: Êrîşa li dijî Efrînê nûjenkirina komployê ye
10:44 Li Amed û Stenbolê 6 binçavkirin
10:10 Efrîniyên malovaniyê ji gundiyên ser sînor re dike: Berxwedan dê xweşik be
09:25 ‘Kesên ji mirinan berpirsyar divê bên cezakirin’
09:07 Jinên kedkar: Em li dijî êrîşa li ser Efrînê xwe bi rêxistin bikin
09:07 9 salan kekê wê îstismarî wê kir
09:06 'Wê bi deh hezaran mirov tev li kongreyê bibin'
09:06 Girtiyên li Patnosê: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:05 Prz. Uysal: Heta niha tu kes ji bo komkujiya Jêrzemînên Cizîrê nehatiye darizandin
09:05 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê bi deh hezaran bersivê bidin
09:04 Weşanên Aryenê 2 pirtûkên din ên çîrokan weşandin
09:03 Rîtim Kolektîf ji niha ve dest bi amadekariyên 8'ê Adarê kir
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2018'AN
09/02/2018
22:04 Nivîskar Mîrza Ronî hat girtin
18:10 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
17:59 Serlêdana malbata Ocalan careke din jî hat redkirin
16:16 Kemalbay: Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe
15:39 Qeydên kamerayê yên doza Ozgur Gundemê xwestin
15:11 Beştaş: Kongreya me dê ji polîtikayên faşîzan re bibe bersiv
15:10 ‘Kujerên Elçî teslîmê darazê bikin’
14:54 ‘Em ê bi 10 hezaran beşdarî kongreyê bibin’
14:39 'Li şûna bersûc mexdûr hat darizandin û bersûc beraet kirin'
14:38 KODA'yê binçavkirina Hamzaoglu şermezar kir
14:19 KCD: Ev qirkirina siyasî faşîzm bi xwe ye
14:11 Baroya Amedê: Binpêkirinên mafan zêde ne
13:57 HDK bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bi wêrekî li kongreyê bin
13:12 Malbata Ocalan cara 63’yemîn serî li dozgeriyê da
13:11 Destê Nûçegihan Kanbal li pişt wî kelepçe kirin
12:40 Onder: Êdî fêm kirine ku emê çong neşkînin
12:36 Biryara binçavkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay derxistin
12:33 Hediye Yusuf: Piştî OSO dixwazin bi cerdevanan kurd hevdû qetil bikin
12:21 Li Gebzeyê serdegirtina malan: 20 HDP’yî binçav kirin
12:02 Rojnameger Ozkan: Îktidarê ol xistiye xizmeta xwe
11:39 ÎHD bertek nîşanî operasyonan da: Mafê birêvebirina siyasetê tune dikin
11:02 Giliyê qeyûmên dibin deynan de man li wezaretê kirin
10:37 4 partiyên Swîsreyê ji bo Efrînê bang li hikûmetê kirin
10:26 Prof. Hamzaoglu beriya bê binçavkirin axivî: Ev mudaxele motîvasyona me zêde dikin
10:26 Duh Hevserokê DBP'ê Arslan hat girtin îro ji bo binçavkirinê bi ser mala wî de girtin
10:00 ‘Ez dê ji bo Dîren li ber avahiyên AKP'ê rojiya mirinê bidomînim'
09:56 HDP ji kongreya pêngavê re amade ye
09:47 Îsal pîvok zû vebûn
09:35 Nivîskar Îba: Êrîşên li dijî Efrînê dê bandorê siberoja AKP’ê bike
09:35 Bang li Fakibaba kirin: Sozên xwe pêk bîne
09:34 Zarok ji bo 20 TL’yî rojê 12 saetan dixebitin…
09:33 ‘Pêwiste jin ne li ber destê mêran, bi hunera xwe bijîn'
09:23 Helbestvan Dîjle: Divê wêje û berxwedan bigihên hevdu, da bi awayekî azad bê îcrakirin
09:21 Parlementerên Şirnexê yên HDP'ê: Birîna roboskiyan kûrtir kirin
09:21 6 sal e restorasyona wê neqediyaye
09:01 Beriya Kongreya HDP'ê li dijî HDK'ê operasyon
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2018'AN
06:53 BTK'ê malpera MA cara 4'emîn, demokrasî 56'emîn asteng kir
08/02/2018
19:32 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan hat girtin
18:49 Wê nûçegihanê me Kanbal sibê sewqî edliyeyê bê kirin
17:12 Bi daxwaza girtinê Arslan şandin dadgeriyê
17:01 Nûçegîhanê me Ahmet Kanbal binçav kirin
16:45 Serlêdana Akat Ata, Uysal û Yureklî hat redkirin
16:34 Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Dîlokê: Em ê bêdeng nebin
16:22 Prof. Akdenîz: Dixwazin hemû dengên muxalîf qût bikin
16:11 Polîsê îstîsmarkar beraet kir
15:48 Li Girtîgeha Odemîşê kaxizên nameyan desteser kirin
15:43 Yildirim: Desthilatdarî dê di 11’ê Sibatê de bixape
15:33 Xwestin kesên di bin çavan de serbest bên berdan
15:07 Di salekê de li Egeyê 1462 kes hatin binçavkirin û 278 kes hatin girtin
14:55 'Sirûda Şoreşê ya Gelan' dê di kongreya HDP'ê de bê gotin
14:45 Jinên Efrînê bang li jinên cîhanê kirin: Rabin ser piyan
14:32 Gaziya Pirsûsê vegot, bersûcê doza Pirsûsê xwe ker kir
14:15 Kujerê 4 kesan dîsa nehat girtin
14:14 Akademisyenên Aştiyê derketin pêşberî dadger
13:53 Li Êlihê xebatên amadekariya kongreya HDP’ê temam bûn
13:47 Bersûcê îstîsmarê bi parastina ‘terorîst’ beraet kir
13:32 Namzetên Hevserokên HDP’ê diyar bûn
13:23 Meleyê di kursa Quranê de îstismarî kir, 25 sal ceza li birîn
12:42 Ji derveyî welat dê eleqeyek mezin nîşanî kongreya HDP’ê bidin
12:41 Çapemeniya hemû gotinên Erdogan dike manşet ziyareta Vatikan nedît
12:20 Polîsan li Rihayê bi ser malan de girtin
12:18 Doza Pirsûsê dest pê kir: Edalet bi Pirsûsê re tê
12:00 Ayla Akat Ata, Uysal û Yureklî ji bo hevîtinê serlêdan kirin
11:58 Jinên bi rengên xwe beşdarî kongreyê bibin: Dê nekaribin HDP’ê têk bibin
11:26 Polîs ji sibê heta êvarê li Wanê kontrola GBT dikin
11:14 Kamera li qawîşên Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi cih kirin
11:04 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan dê derbixin edliyê
11:03 Meş bû pira navbera milê rojhilat û rojavayê Firatê
11:02 Ji Fîlîstînê heta Îrlandayê şoreşger tev li kongreya HDP'ê dibin
10:56 Beton zêde dibe qadên çandiniyê kêm dibin
10:51 Girtiyê nexweşîna dil nayê dermankirin
10:06 Welatiyên li ser sînor bi mirinê re rû bi rû ne