ÎZMÎR – Nûçegihanê me Ahmet kanbal ku duh hatibû berdan, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. Kanbal diyar kir ku xebatên wî di çarçoveya fealiyetên rojnamevaniyê de ne û got: "Ev lêpirsîn di kesayetiya rojnamevaniyê de operasyona bêdengkirina rojnamevana ye."
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal ku duh li Îzmîrê bi îdiaya qaçaxê leşkeriyê ye ji bo îfadedayînê çû qereqolê, di çarçoveya lêpirsîneke ku Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiya "propgandayê" der barê wî de vekiribû hat binçavkirin û piştî îfadedayîna li dozgeriyê hat berdan. Li Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê kelemçekirina li paş ve li Kanbal hat ferzkirin û ji ber Kanbal ev yek qebûl nekir bi zorê destên wî ji paş ve hatin kelemçekirin û paşê li Edliyeya Îzmîrê bi riya SEGBÎS'ê îfade da Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê. Kanbal di çarçoveya lêpirsîna ku der barê parvekirinên li ser medyaya civakî yên der barê Efrînê de lê hatibû vekirin îfade da. Kanbal destnîşan kir ku parvekirinên wî di çarçoveya fealiyetên rojnamevaniyê de ne. Piştî îfadeyê Kanbal hat berdan.