STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û 3 girtiyên din, ji bo hevdîtinên bi xizmên xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriyê Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê serlêdana malbatan hat redkirin. Heta niha 63 caran serlêdanên malbatan hatine redkirin.
Mehmet û Fatma Ocalan ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re roja duşemê hevdîtinê çê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serdozgeriyê serlêdana wan red kir. Her wiha malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysel Aktaş ê di Girtîgeha Îmraliyê de ne jî ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re çê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan jî hat redkirin.
Malbat ji 11'ê Îlona 2016'an ve 63 carin ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dane û hemû serlêdanên wan bi hinceta “keştî xerabe ye”, “rewşa hewayê nebaş e” û Rewşa Awarte tên redkirin.