STENBOL – Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, polîsan bi ser navenda rojnameyê de girtibû û 24 kes binçav kiribûn. Dozê ku der barê 24'an de hatibû vekirin, hat dîtin.
Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, di serdagirtina navenda rojnameyê de 24 kes binçav kiribûn. Danişîna dozê ya der barê 24 kesan de hat vekirin, hat dîtin. Dadgehê qeydên kamerayê yên roja bûyerê xwest û doz taloqî 6'ê Hezîranê kir.
Rojnameya Ozgur Gundemê der barê wê de biryara girtinê ya demborî hatibû dayîn û di 16'ê Tebaxa 2016'n de polîsan bi ser navenda wê de girtibû û 24 kes binçav kiribûn. Bi îdiaya 24 kes "Li dijî polîsan derketine" doz li wan hat vekirin û danişîna dozê il 5'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê hat dîtin. Di dozê de rojnameger Dohan Guzel, Davut Uçar, Reyhan Hacioglu, Firat Yeşîlçinar, Mesut Kaynar, Onder Elaldi, Sevdiye Ergurbuz, Sînan Balik û parêzer amade bûn. Piştî tespîtên nasnameyan doza rojnamegeran bi parastinê dest pê kir.
Destpêkê Davut Uçar mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Ji hin rojnameyan li hevalên me geriyan, gotin ku rojnameya we hatiye girtin. Me jî got ku biryareke wiha ji mere nehatiye ragihandin. Me bi hevalan re nîqaş kir, ji ber ku tiştekî wiha nehatibû ragihandin, me karê xwe dewam kir." Uçar da zanîn ku polîsan bi giranan deriyên saziyê şikandine, lê beyî ku cara duyemîn polîs li derî bixin wan derî vekiriye.
‘DI NAVA MAŞÎNÊ DE LI ME DAN’
Uçar aşkera kir ku hêj parêzer nehatibûn polîsan di hundur de lêgirîn kiriye û wiha pê de çû: "Me xwest parêzer bên dûre dest bi lêgerînê bikin. Ekîbeke sivîl jî hat vir. Polîsan dît ku bi kamerayê tên kişandin, mudaxale kirin. Me ji polîsan xwest aram bibin. Ev der buroya rojnameyê ye. Dema me xwest bi vî şeklî karê xwe bikin, bersivên wekî 'ji we re çi' dan. Heta gotin ku min bigirin. Em hemû kaşkirin û birin qata jêr û destê me ji piştê ve kelepçe kiri. Em 4-5 saetan bi vî şeklî hatin rawestandin. Di maşîneyê de hem li me dan, hem jî heqaret li me kirin. Ez sûcdariyê der barê xwe de qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim."
‘WEKÎ POLÎSAN NEBÛN’
Parêzer Ozcan Kiliç mafê axaftinê girt, da zanîn ku ew parêzerê rojnameya Ozgur Gundemê ye û ev tişt anî ziman: "Berî bûyerê hin rojnameyan li hevalan geriyan û gotin ku rojname hatiye girtin. Li ser vê agahiyê me jî aşkera kir ku tiştekî wiha ji me re nehatiye ragihandin û xebata xwe dewam kir. Ji ber vê min destpêkê bi dozger re hevdîtin kir. Dozger agahî neda me. Ez jî li ser vê derbasî rojnameyê bû." Kiliç destnîşan kir ku memûrê polîsan ê xwe wekî amîr daye nasîn, da zanîn ku di destê wan de biryara lêgerînê heye, lê lîsteya kesên bên binçavkirin nîşanî me nedan.
Kiliç diyar kir ku li ser vê yekê heta teblîx ji wan re neyê kirin dê tu şixûlê nekin û wiha doman: “Pişt re koma duyemîn hat cihê bûyerê. Kesên di nav komê de ne wek polîsan bûn. Çawa ji wesayîtê peya bûn dest bi tevgerek provakatîf kirin. Ev polîs jî hatin qata duyemîn a rojnameyê. Xwestin her kes li cihekê kom bibe. Her kesî li cihek biçûk kom kirin. Çend polîs gotinên wek ‘Em ê hêza dewletê nîşanî we bidin. Dijminên welat’ heqaret kirin. Koma ewil hatibû fîşên compîtoran kişandin. Koma duyemîn jî nasnameyan kontrol kir û heqaret li rojnamegeran kir. Di navberêkê de me dengê qêrîna jinan bihîst. Gotinên zayendî li jinan dikir. Min got ez vê kar û barê na pejirînim û ji wir veqetiyam. Li dijî vê derp kirin û heqaret hat kirin. Dema ez çûm serdana miwekîlên xwe ser û çavê hinekan reş û şîn bûbû.”
‘LI ŞÛNA EZ ŞAHID BÛMA LÊ EZ BERSÛC IM’
Rojnameger Reyhan Haciolgu jî wê demê ew ne xebatkara rojnameyê bûye û ji ber xebatên xwe yên teze diçû rojnameyê. Hacioglu anî ziman ku îro li şûna ew şahid be îfade bide û got: “Lê mixabin ez îro wek bersûc têm darizandin. Nêzî sed polîsan bê ser û ber avêtin ser avahiyê. Heqaret li me dikirin û gotinên nijadperestî li me dikirin. Ez der barê kirinên polîsan de gilîkarim. Ez berata xwe daxwaz dikim.”
DÎMENÊN CIHÊ BÛYERÊ XWEST
Piştî parastinên hatin kirin heyeta dadgehê, xwest dîmen û agahiyên li cihê bûyerê bînin û danişîn taloqî 6’ê Hezîranê kir.