AMED - Baroya Amedê di çalakiya ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin a hefteya 113’emîn de, daxwaza edaletê nû kirin û gotin: "Kujerên Elçî teslîmî darazê bikin."
Baroya Amedê, ji bo kujerên Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin, di hefteya 113’emîn de li ber Edliya Amedê kom bûn û daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta bi kurdî û tirkî ya “Em te jî bîr nakin” ku wêneyê Elçî li ser heyî hat vekirin. Li navê parêzeran Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di daxuyaniyê de axivî. Ozmen, diyar kir ku heya kuşerên Elçî bên dîtin û teslîmê darazê bên kirin dê têkoşîna xwe bidomîn in û wiha got: “Em dixwazin rayedar sozên xwe bînin cih. Em bang li wijdanê hemû rayedaran dikin ku kujerên Tahir Elçî teslîmî darazê bikin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.