MÊRDÎN - Parêzerên M.B.'ê biryara beraeta polis B.K. yê îstîsmarî M.B'ê kir, rexne kirin û gotin: "Di dozê de mexdûr hat darizandin û bersûc beraet kir. Daxuyaniyên şahid bi nakok bûn. Bi feraseta hişmendiya mêr darizandin."
Duh 3'emîn danişîna doza polîsê tevgera taybet B.K. yê li Mêrdînê piştî îstîsmarî M.B.'ê kir û bi sucdariya “êrîşa zayendî ya bi plan" heta 12 salan hat darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, endamên Platforma Jinan a Mêrdîn û Platforma Jinan a Dicle Amed, parêzerên Baroyên Amed, Mêrdîn û Rihayê, parêzerên M.B., Nezahat Almas, Hatice Demir, Asli Pasinler, Gulşen Ozbek, Elif Îpek, Tiren Ulaş jî tev li danişînê bûn. Heyeta dadgehê der barê polîsê îstîsmarkar de biryara beraetê da.
Seroka Navenda Pêkanîn û Piştevaniya Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Aslı Pasinli û Prz. Gulşen Ozbek, biryara dadgehê rexne kirin û diyar kirin ku ev biryar nayê qebûlkirin. Parêzeran diyar kir ku di dosyayê de kêmasi hene û 2 polîsên personel bi gefan sûc û delîlên sûc veşartiye. Prz. Pasînler, anî ziman ku di dosyayê de delîlên qedexe hene û mexdûr wekî kesên şikdar hatiye dîtin.
Parêzer Asli Pasînlî, diyar kir ku M.B. ya rastî êrîşa zayendî hat piştî li xeta îxbarê ya polîsan a 155'an geriyan bûyer şandin darazê. Pasinli, diyar kir ku di dîmenên li nexweşxaneyê û midûriyeta polîsan vîna mexdûr M.B. seqet bûye û wiha got: "Piştî bûyerê hevalên polîs bi mexdûr M.B. re ketine nava diyalogê û wiha got: "Di dîmenên kamere da diyar e ku amîrê polîs bi M.B. re bi telefonê axivî ye.Amirê bi destûr ku çûbû rihayê piştî hevdîtinê ji Rihayê hatiye Mêrdînê. Delîl û dîmen di dosyayê de hene. Biryara beraetê ji aliyê hiqûqê ve kaotike. Ji aliyê Tirkiye ve jî rewşek rewşek mirov şaş namîne. Di raporan de nakokî hene. Xuya dibe ku rapor hatiye guhertin."
‘DAXUYANIYÊN ŞAHID ŞIKLÊ HIŞMENDIYA LÊPIRSÎNA MÊRE SERDEST E'
Pasinlî, anî ziman ku di hemû dosyayên lêpirsîna zayendî de heman tişt derdikeve pêşberî wan û wiha got: "Ev lêpirsin jî dişibe feraseta lêpirsîna mêrên serdest. Baweriya wê tune ye. Polîsê bersûc di serdema lêpirsîn û darizandinê de serbest hat darizandin. Îdîanameya der barê B.K.'ê de hat amadekirin gelek kemasî hebûn. Ji ber ku mexdûr di milê beden û ruh de nekarîbû xwe biparêze, her çend dozger xwest bê girtin jî ev daxwazagirtinê hat redkirin. Bi vê darizandinê ya mexdûr dê cara duyemîn mexdûr bibe. Jiyana wê ya taybet û paşeroja wê nekirine mijara niqaşê jî. Ji bo behsa riza mexdûr bikin divê di hemû temasên zayendî de riza hebe. Divê polîsê bersûc ji xala 'peywira xwe xerab bikar anîye' jî bê darizandin. Dîsa divê ji ber gefxwarin û veşartina delîlan jî bê tawanbarkirin. Daraz bi perspektifên mêr hatiye kodkirin. Daraz bi kodên mêr hatiye hûnandin. Daraz, her çend nakokiyên rizayê nîşan bide jî ya herî girnîg divê jin li dijî darazê di ber xwe bidin û bêjin em hene.
EM DÊ ÎTÎRAZ BIKIN
Pasinli, destnîşan kir ku her çend biryara beraete dabin jî ew dê biryarê îtîraz bikin û wiha got: "Ji ber ku dosya kêm e û bi alî hatiye amadekirin em bawer dikin ku dosya dê dîsa bê xerakirin. Em dê vê yekê îtîraz bikin. "
Prz. Gulşen Ozbek jî anî ziman ku biryara bi sedema "Kamasiya delîlan" ne delîla biryarê ye û wiha got: "Ev îdîaname bi feraseta mêr hatiye amadekirin. Di destpêka lêpirsîne de bi sedema ku îftîra li bersûc kiriye, der barê M.B. de lêpirsîn vekirine. Di rapora edlî de jî berê xwe daye bersûc B.K.. Ji destpêka lêpirsînê hewl dane ku sûcê bersûc paqij bikin.
‘POLÎS DELÎL REŞ KIRIN'
Ozbek, anî ziman ku di pêvajoya lêpirsînê de mexdûr M.B, rastî tundî û gefê polîsê bersûc hatiye û polîs her dem mexdûr tehdît kiriye û wiha got: "Di pêvajoya lêpirsînê de li şûna mexdûr bê parastin, bersûc hatiye parastin. Jiyana taybet a mextûr kirine wekî alê û li ba kirine. Ev doz ne dozek ji rêzê ye. Êrîşa zayendî ya li dijî nasnameya jinê ye. di rastiyê de li dijî nasnameya jinê êrîş pêk hatiye."
MA / Ozgur Paksoy