AMED – KCD’ê pêla binçavkirin û girtinê ya li dijî siyasetmedaran wek “operasyonên qirkirina siyasî” pênase kir û got: “Yên li dijî şer derdikevin dibin hedef. Faşîzm jî ev bi xwe ye.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li dijî binçavkirin û girtina siyasetmedaran daxuyaniya nivîskî weşand û operasyonan şermezar kir. KCD’ê banga hestiyariyê li tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê û navnetewî kir.
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: “
Operasyonên qirkirina siyasî yên piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hatibûn destpêkirin, êrîşa leşkerî û dagirkeriya li hemberî Efrînê, di dîrokê de bûye qirkirina siyasî ya herî mezin.Yên li hemberî êrîşa Efrînê dengê xwe derdixin û li dijî şer derdikevin dibin hedefa qirkirina siyasî.
Herî dawî, ji ber li dijî êrîşên li ser Efrînê daxuyanî dan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê birêz Mehmet Aslan hat girtin. Hevberdevkê HDK’ê birêz Onur Hamzaoglu, Alîkara Hevserokên DBP’ê birêz Hacer Ozdemîr û pêkhateyên HDK’ê hatin binçavkirin. Der barê Hevseroka HDP’ê birêz Serpîl Kemalbay û Hevberdevka HDK’ê birêz Gulistan Kiliç Koçyîgît de biryara binçavkirinê hatiye derxistin. Ev girtin û binçavkirina siyasetmedaran rewşa opersyonên qirkirinê bê hatiye çi astê radixe ber çavan.
Saziya siyasetê, wekî hemû welat mafê wan heye ku der barê geşedan û pêşketinan de nêrînên xwe bîne ziman û raya giştî bi awayekî rast agahdar bike heye. Heke di nava civakeke demokratîk de zanyar, akademîsyen û rojnameger nikaribin nêrînên xwe yên der barê geşedanan de bînin ziman, mirov nikare li wî welatî qala demokrasiyê bike. Faşîzm ev bi xwe ye.
Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk, girtin û binçavkirinan şermezar dikin. Di serî de em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê û hemû civaka navneteweyî dikin ku li hemberî van operasyonên qirkirina siyasî û êrîşa li hemberî mafê mirovan ên gerdûnî dengê xwe bilind bikin û bi hestyarî tevbigerin.”