STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin cara 63’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi boneya dikaribin roja duşemê bi Ocalan re hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên her 3 girtiyên din jî serlêdana daxwaza hevdîtinê kirin. Birayê girtî Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê girtî Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan bi riya parêzeran bi boneya hevdîtinê serî li Serozgeriya Komarê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev bû cara 63’yemîn malbat ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê didin.