ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê li Enqerê hat destpêkirin de, der barê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay de biryara binçavkirinê da.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê li Enqereye de gelek kes hatin binçavkirin. Der barê 17 kesan de jî biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat diyar kirin ku der barê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay de jî biryara binçavkirinê hat dayîn. Tevî Kemalbay navê 17 kesên din di lîsteya binçavkirinê de heye.