ENQERE – Navenda Giştî ya ÎHD’ê der barê operasyona li dijî HDK’ê daxuyanî da û got: “Bi vî awayî mafê birêvebirina siyasetê û mafê azadiya raman û rêxistinbûyînê bi temamî tê tunekirin.”
Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) der barê operasyona ku navenda wê li Enqereyê ye ya li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê bertek nîşanî operasyonê da û wiha got: “OHAL ji 20’ê tîrmeha 2016’an ve bi hemû leza xwe dewam dike û tu tiştek ji vê leza rejîma OHAL’ê ya feraseta rêveberiya otorîter winda nekiriye. Desthilatdariya siyasî di bin navê OHAL’ê de bi rejîma otorîter Tirkiyeyê birêve dibe. Di vê mijarê de desthilatdarî bersiv nade bertekên netewî û navneteweyî. Bi operasyona li dijî Efrînê re hemû maf ji holê hatine rakirin. Hemû kes û aliyên li dijî şer derdikevin û ji şer re dibêjin di bin zextê desthilatdariya siyasî de ne.
Her dawî li gel Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu gelek hevserok û rêveberên saziyên pêkahteyên HDK’ê ne hatin binçavkirin. HDK xwedî rolek xwe ya dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê yên mîna aştî û demokrasiyê çareser bike. Lê dixwazin bi vî awayî HDK’ê krîmînalîze bikin û ev operasyon tê wateya siyaseta sivîl û demokratîk dervayî xebatan bihêlin. Operasyonên bi destên desthilatdariya siyasî ya beriya kongreya HDP’ê pêk tên qet nayê qebûlkirin. Desthildariya siyasî bi vî awayî nikare mudaxeleyî xebatên partiye siyasî û rêxistinbûna sivîl bike. Bi vî awayî mafê birêvebirina siyasetê û mafê azadiya raman û rêxistinbûyînê bi temamî tê tunekirin. Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku hemû kesên di binçavan de serbest berde.”