AMED - Raydarên Banqeya Îller ji ber daxwazên krediyên mîqdarên pir zêde yên qeyûmên tayînên şaredariyên navçe û Bajarê Mezin ê Amedê hatin kirin, dibin deynan de ma. Rayedarên Banqeyê ji ber vê sedemê qeyûm giliyê Wezareta Karê Hûndir kirijn.
Giliyên derbarê qeyûmên bi KHK’ê tayînê şaredariyên navçe û Bajarê Mezin ê Amedê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin, bi dawî nabin û her roj zêdetir dibin. Berê jî şîrketan têkildarî ne lirêtiyên qeyûman li navenda Ragihandina Serok Wezirtiyê (BÎMER) gelî kiribûn. Mifetîşên Sayiştayê yên girêdayî Meclîsê û Wezareta Kerê Hûndir têkildarî mijarê li şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ya Peyasa Amedê lêkolîn kiribû.
Berî ku agahiya vê lêpirsînê ji qeyûman re bêgotin, vê carê jî raydarên Midûryeta Herêmê ya Amedê Bankaya Îller ku alîkariya fînasmanê dide rêveberên herêmî, ligel deyndariya zêde ku hîna jî qeyûmên şaredariyên navçe û Bajarê Mezin ê Amedê krediyan dixwaze, giliyê Wezareta Karê Hûndir kir.
Rayedarên Banqeya Îller, bi qenaeta ji ber ku projeyek daîmî ya ji bo pêdiviyên bajêr ku were çêkirin tuneye û ji bo sedemên hatine nîşandan maliyeteke mezin naxwaze, daxwaza krediyan redkir.
JI BO BAJARÊ MEZIN RET
Ligel giliyên dendariyên zêde, dîsan jî Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê Cumalî Atîlla pankarta “Bêyî ku em deyn bikin, em bajarê xwe paqij dikin, gava tê xwestin dibe” li kolan û cadên bajêr ve kirine. Di van pankartana de her çiqasî tê îdîakirin ku şeredar ne deyndare jî, Banqeya Îller krediya 120 mîlyon TL a daxwaza qeyûm Cumalî Atîlla red kir.
DEYNDARIYÊN ZÊDE TALOQÎ DÎROKÊN PÊŞ TÊN KIRIN
Bi taybetî lêcûnên krediyên şaredariyên navçeyan girtin jî zêde dibin. Qeyûmên şaredariyan ketiye wê rewşê ku êdî nikarin deynên xwe bidin. Desthilatdarî hewl didin bi rêyên cûda van deynan jêbibe. Ji ber vê yekê serî li rêyên bexşendin û guhestinê dide. Lê li gorî agahiyan, pêkanîna vê yekê jî êdî pir zore.
Qeyûm deyndariyên heya niha kirine, tim taloqî dîrokek pêşdetir dike.
MA / Lezgîn Akdenîz