CENEVRE - Parlementerên Parlementoya Federal a Swîsreyê bertek nîşanî operasyonên leşkerî yên li ser Efrînê dan. Parlementeran ji bo tevî camîaya navnetewî tev bigere û Bakurê Sûriyeyê wek herêma ewlehî û ji bo firînê qedexe bê qebûlkirin, bang li hikûmeta Swîsreyê kirin.
4 parlementerên Parlementoya Federal û endamên Partiya Lîberal a Radîkal (PLR), Partiya demokrat a Xirîstiyan (PDC), Partiya Soyalîst (PS) û Partiya Keskan ên Swîsreyê, ji bo li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê tev bigere bang li hikûmetê kir. Endamên Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlementoya Federal Parlementerê PS'ê Carlo Sommaruga, Parlementerê PLR'ê Laurent Wehrli, Parlementerê PDS'ê Claude Be´gle´ û endama Komîsyona Polîtîkayên Ewlehiya Derve ya Parlementoya Federal Parlementera Keskan Lisa Mazzone, ji bo Efrînê nameyeke vekirî ji hikûmetê re nivîsîn.
Bang di rojnameya Le Temps'ê ku li Swîsreyê yek ji rojnameya tîraja wê herî zêde ye de weşiya. Parlementeran di bangê de xwest ku hikûmet demildest li hemberî Tirkiyeyê hin mueyîdeyan pêk bîne. Parlementeran destnîşan kir ku ji 20'ê Çileyê ve artêşa tirk bajarê Efrînê yê Sûriyeya Bakur bombe dike û ji ber bombebaranê heta niha bi dehan sivîl mirine û gelek jê jî birîndar bûne. Parlementeran di bangê de bi lêv kir ku komên cîhadîst jî ji bejahiyê tev li oeprasyona Tirkiyeyê dibin û armanca wan ew e ku temamiya Sûriyeya Bakur bi dest bixin. Parlementeran di bangê de wiha gotin: "Artêşa Erdogan kurdan bombe dike."
Parlementeran di bangê de destnîşan kirin ku di pevçûna jeopolîtîk a di navbera Îran û Erebîstana Suûdî de, Bakurê Sûriyeyê wek herêmê li noqteyeke girîng e. Parlementeran bi lêv kir ku kurd li vê herêmê bi polîtîkayeke demokratîk, feminîst, pirbawerî û ekolojîk hêviyeke rasteqîn ava dikin.
Parlementeran bang li hikûmeta Swîsreya ku mîmarê Peymana Cenevreyê ye û malovaniya Neteweyên Yekbûyî dike kirin û xwestin li hemberî operasyonên Tirkiyeyê yên mafên mirovan bin pê dike bêdeng nemîne. Parlementeran wiha got:
“Divê hikûmet, ji bo Tirkiye demildest bi paş ve vekişe û di warê meseleya sivîlan û penaberan de ji bo li gor huqûqa navnetewî tev bigere bang bike.
Divê hikûmet, hemû peymanên xwe yên bi yekeyên polîs û îstixbaratî yên Tirkiyeyê re rawestîne û paşvegerandinên ji bo Tirkiyeyê demildest rawestîne.
Divê hikûmet, sewqiyata çek, muhîmat û hemû perçeyên di vî warî de yên ji bo artêşa tirk û polîsên tirk ve diçin demildest rawestîne.
Divê hikûmet, ji bo Sûriyeya Bakur wek herêmeke ewlehiyê û qedexekirina ji bo firînê bê qebûlkirin, tevî raya navnetewî tev bigere."