STENBOL – Nivîskar Şaban Îba der barê êrîşên li ser Efrînê de wiha got: “Halê serkeftin an jî têkçûna êrîşên TSK’ê ya li dijî Efrînê, dê bi kûrahî bandorê li ser siberoja desthilatdariyê bike.”
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li ser Efrînê 20 roj li pey xwe hiştin û di roja 21’an dewam dikin. Her ku diçe nerazîbûnên li dijî êrîşan zêde dibin. Nivîskar Şaban Îba êrîşên li ser Efrînê nirxand. Îba diyar kir ku piştî “Operasyona Aştiyê ya Kibrisê” ya di 1974’an de cara duyemîn bi navê “Operasyona Şaxê Zeytûnê” ketine axa welatekî û got: “Vê operasyona leşkerî bêyî destûra Sûriyeyê û bi erêkirina Rûsya DYA’yê pêk tê. Li Tirkiyeyê bi OHAL’ê re halek seferberî heye û operasyona li dijî Efrînê li ser vê yekê zêde bû. Armanca êrîşan li dijî modela xwerêvebirina demokratîk a gelên Efrînê ye.”
'ÊVARÊ BI RÛSYAYÊ RE RADIKEVIN Û SIBE BI DYA’YÊ RE RADIBIN’
Îba destnîşan kir ku di operasyona li dijî Efrînê de CHP, BBP, Partiya Vatanê, Partiya Îyî û Partiya Saadetê meyla xwe dan ser xeta şer û got: “Tirkiye êvarê bi Rûsyayê radikeve û serê sibê bi Tirkiyeyê re radibe. Tirkiye di navbera du hêzên emperyalîst ên ku siberoja herêmê diyar dikin li pey berjewendiyên xwe yên emperyal dibeze.”
'SÊVA SOR WEK RIZGARIYÊ BIKAR TÎNE’
Îba şibandina “Sêva Sor” a êrîşên li dijî Efrînê ya Serokê AKP’ê Erdogan jî nirxand û wiha got: “Sêva Sor wek hêza rizgariyê ji xwe re bi kar tînin. Gotina Sêva Sor gotinek dewletparêzî û oldarî ya fethê ye. Hemû partî û hêzên wan li ser mijara Efrînê xwe kirin yek. Di bin vê êrîşê de hemû kirinên dîroka dewleta tirk derxist holê. Di van li hevkirinên li dijî Efrînê de senteza tirk-îslamê derket holê.”
'AKP AMADEKARIYÊ 2019’AN DIKE’
Îba da zanîn ku armancek sereke ya êrîşên li dijî Efrînê ew e ku AKP amadekariyên hilbijartinên 2019’an dike û wiha got: “Bi van êrîşan re dê OHAL’ê mayînde bikin. Halê serkeftin an jî têkçûna êrîşên TSK’ê ya li dijî Efrînê, dê bi kûrahî bandorê li ser siberoja desthilatdariyê bike.”
MA / Bîlal Seçkîn