Helbestvan Dîjle: Divê wêje û berxwedan bigihên hevdu, da bi awayekî azad bê îcrakirin

img

AMED – Helbestvan Rêdûr Dîjle gotina Schiller "Huner çi qasî ji aliyê azadiyê ve bê mijandin ewqasî mezin dibe" bi bîr xist û got: "Divê têkoşîna rûmetdar a nifşê herî berxwedêr û demokratîk ê sedsala 21'an bi awayekî herî karîgeriyî bigihê pênûs û helbestê, da ku helbest, huner li vê erdnîgariyê êdî bi awayekî azad bê îcrakirin." 

Wêje carinan jiyana kesekî/ê ji bo xwe dike mijar û carinan jî berê xwe dide bûyerên ku rê li ber dîrokê vedikin. Têkildarî pêvajoyên dîrokî û cihên wan ên di wêjeya kurdî û karîgeriya wan a li ser wêjeyê de me bi helbestvan Rêdûr Dîjle re sohbet kir. Dîjle, di vê çarçoveyê de helbestê nirxand û diyar kir ku li gel hîsiyata hundurîn a helbestvan, helbest têkoşînên hebûniyî yên jiyan û civakiyî jî ji xwe re dike derd û dide der. 
 
PIRDENGIYA LI ROJHILATA NAVÎN TÊ TUNEKIRIN 
 
Dîjle, destnîşan kir ku mirov nikare wêjeya kurdî jî derî vê weziyetê bihêle. Dîjle got pêkanînên li xaka Mezopotamyayê ku navenda pirzimanî, bawerî û şaristaniyê ye û Dîjle û Firat wê xweyî dikin jî bandorê li wêjeyê dikin. Dîjle domand: "Ev xak bi sedan sal malovaniya gelek gel, civak, ziman, dîn, rîtuel û çandên cuda kiriye. Her wiha ev erdnîgariya ku harmoniya çand, bawerî û gelan e, ji ber gelek sedeman bûye şahidiya gelek şeran û hîn jî şahidiyê dike. Îro jî dema mirov lê dinêre hêzên emperyal û netew dewlet ji bo siyasetên xwe yên şovenîst, faşîzan û muteasip şer dikin û bi vî şerî li vê xakê jiyana ku harmoniya civat, çand û baweriyane û temînata aramî û yekîtiya demokratîk in hedef digirin. Û îro mirov vê yekê wek Herba Cîhanê ya 3'yemîn bi nav dikin. Ev şerên ku bi her awayî jiyanê tehdît dikin û cinawirên mîna netew dewletan, îro dixwazin vê pirdengî û pirrengiya li Rojhilata Navîn tune bikin. Lê belê li dijî liv û tevgerên tunekirinê, li vir têkoşîna gelan a bi hêza xwe ya cewherî ku li ser esasê hebûnê û mafdariyê ye jî heye." 
 
WÊ BERXWEDAN Û WÊJE ÇAWA BIGIHÊJE HEVDU? 
 
Dîjle, destnîşan kir ku li vir pirsa ku dê berxwedana vê erdnîgariyê û milê wê yê edebî û çandî çawa bigihê hevdu derdikeve pêş. Dîjle bi lêv kir ku li vir ew tişta ku ji wêjeya kurdî an jî helbesta kurdî tê xwestin an jî çav li riya wê ne derdikeve pêş û got: "Helbet demeke dûr û dirêj e ku wêjeya kurdî bi pirsgirêkên wek statu, nasname û ziman re di nava keftûleftekê de ye. Lê li gor min, divê tevî van kêşeyan têkoşîn, berxwedan û şer jî bi awayekî karîgeriyî li van pirsgirêkên xwe yên bi wan re têdikoşe zêde bike. Wêjeyek heye, lê wisa difikirim ku bi piranî pirsgirêkeke wê ya nebûye malê civakê heye. Helbet gelek sedem û faktorên vê yekê hene. Lê di vê xalê de fikra min ew e, pirsgirêkeke herî girîng jî ew e ku edebiyat, yanî helbest di çarçoveyeke rewşenbîriyî de ku ziman û wijdanê civakê û bi nasnameyeke şoreşgeriyî nêzî meseleyê nabe, tev nagere. Yanî ne li paş, lê biyanê pêş e." 
 
Dîjle bi bîr xist ku dema mirov li cîhanê dinihêre gelek caran wêje bi têkoşîna gelan re tev geriyaye, bûye pêşengê wê û got di vî warî de gelek mînak hene. Dîjle diyar kir ku mirov dikare wek nimûne welatên Afrîkaya Bakur Tûnûs, Cezayîr, Fasê û Iraq, Filîstîn, Angola, Mozambîkê bide. 
 
CÎHAN BI HELBESTÊ LI BER XWE DA 
 
Dîjle, mînaka Cezayîrê ku dema Fransayê ew dagir kir da û got: "Mesela dema Fransayê hewl da Cezayîrê dagir bike, pêşî êrîşî zimanê erebî kir û xwest ji holê rabike. Ji bo çi? Di vî warî de heke em îqtibasekê ji Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bikin; çimkî 'Civakek çi qasî zimanê xwe yê dayikê pêş xistibe, ew tê wateya asta xwe ya jiyanê ewqasî pêş dixe. Her wiha çi qasî zimanê xwe winda kiribe û ketibe bin nîrê hegemonyayên din, tê wateya ku ewqasî hatiye dagirkirin, asîmlekirin û bi qirkirinê re rû bi rû maye. Civakên ku bi vê rastiyê re rû bi rû ne û ev yek hatibe serê wan, wê di warê feraset, ehlaq û estetîkê de jiyaneke wan a watedar tune be. Heta ku ji holê bên rakirin, wê wekî civakeke nexweş mehkûmî jiyaneke trajîk bibin.' Fransa jî ji bo Cezayîrê bike fransewî, diviya Cezayiriyan bikirina xerîbê şahdamara Cezayiriyan zimanê erebî û li şûna wê zimanê Fransî bikirana zimanê serdest. Diviya bû zemîna çandî ya ku berxwedana gelên Cezayîrê xwedî dikir bihatana tunekirin. Ji ber vê ket nav hewldanên berterefkirina nasnameya erebî, fesadiya qewmî. Berberî û ereban ji hev veqetand û li herêma ku berberî lê bûn erebî qedexe kir û berê xwe da mescîdên li gundan, enstîtuyan ku warên perwerdehî û hîndekariyê bûn. 
 
Lê belê tevî van qewimînan hemûyan jî cezayiriyan got 'Cezayîr a cezayiriyan e' û li hemberî vê dagirî û mêtinkariyê serî netewandin. Her wiha li Tûnûs û Fasê jî rewşên bi vî rengî kêm zêde xwe dan der. Bi vê yekê re helbesta Afrîkaya Bakur ji mijarên helbesta klasîk a bi salan noqî wan bûbûn û nikaribû ji nav derkeve jî xwe xelas kir û xwest bibe lingê civakê. Ev helbesta ku têkoşînê esas girt, li dijî dagirkirina Afrîkaya Bakur di rêça azadî û yekîtiyê de li dijî emperyalîzmê helwesteke girîng nîşan da û hema bêje bû çekeke ji wan çekên girîng a berxwedan û têkoşînê. Wê demê ramanwerê Fransî Paul Sartre jî li dijî dagirkirina Cezayîrê li kuçe û kolanên Parîsê belavokan belav dike. Her wiha li dijî êrîş û dagiriya Îsraîlê helbestvanên wek Mahmûd Derwêş, Nîzar Qebbanî bûn dengê berxwedana Filîstînê, civaka erebî. Di salên 1960-70'yî de li dijî dagiriya Portekîzê li welatên wek Angola, Mozambîkê jî edebiyat, helbest hewl da bibe dengê berxwedanê. Mirov dikare van mînakan zêde bike." 
 
ŞOREŞÊN KU BI PÊŞENGIYA REWŞENBÎRIYÊ PÊK HATIN 
 
Dîjle, destnîşan kir ku hema bêje zemîna fîkriyat, edebiyat û rewşenbîriyî ya hemû şoreşan heye, şoreş û berxwedan li ser vê hîmê pêk hatine û Şoreşa Fransayê, Şoreşa Cotmehê wek nimûne dan. 
 
Dîjle, bi lêv kir ku di van serketinan de bandora milê wêjeyî û rewşenbîriyî zêde heye, lê belê ji bo kurdan tersa vê rewşê têbor e ku bi berxwedanê û şoreşê re ev zemîn pêk tê. Dîjle diyar kir ku li vê xakê sedemeke girîng a derengmayîna şoreşê jî ev e. 
 
Dîjle, got di warê wêjeya kurdî de berxwedan û têkoşîna Kobaniyê ya li dijî DAIŞ'ê bûye cihê bandoreke cuda û di vê pêvajoyê de ji 7 saliyan heta 70 saliyan hema bêje tevahiya gel li gel berxwedanê cih girt û ev bandora xwe li wêjeyê jî kir. 
 
Dîjle tiştên wê demê pêk hatin jî bi bîr anî û got wê demê wî jî têkildarî vê helbest nivîsandine û domand: "Dema DAIŞ'ê ji sê milan ve bi nêzî 5 hezar kesî ve êrîş kir, li wî bajarê biçûk bi rojan nêzî hezar û 500 şervan hema bêje bi çekên ferdî li ber xwe dan û bi ser ketin. Û ev weziyeta berxwedêriyî, li mirovahiyê careke din hêviya jiyanê, pêşerojê peyda kir. Berxwedana Kobaniyê ku weziyeta bertekiyî û rewşa parastina jiyanê bû, di nezda kurdan de jî careke din zemîna yekîtiya netewî ku kurd bi salan her bi hesreta wê bûn afirand. Cara ewil helwesta wan a fikrî, polîtîk çi dibe bila bibe hema bêje ji 7 saliyan heta 70 saliyan civaka kurd tev geriya. Yek ji hêla vê berxwedanê ya ku tesîr li min kir jî ev hêla wê ya sembolî bû. Û tu bikî nekî ev rewş kêm zêde ruhek da helbestê, muzîkê jî. Çimkî diviya ev berxwedan bihatana mayîndekirin, ji bo pêşerojê bihatana veguhastin. Ji ber vê wek gelek kesan min jî di vî warî de berpirsiyariyek hîs kir û diviya bû min jî berxwedana ku li hemberî çepelên serdema modern, hewl da mirovahiyê ji genîbûnê, rizandinê û newekheviyê rizgar bike binivîsandana." 
 
Dîjle got niha jî li hemberî bajarê Efrînê yê Sûriyeya Bakur êrîş pêk tên. Dîjle bi lêv kir ku lê belê pêvajoya niha ji ya Kobaniyê cudatir e û got: "Li Kobaniyê têkoşîneke li hemberî DAIŞ'a ku dema navê wê jî dihat bilêvkirin tirs xwe dida der hebû. Lê niha li hemberî Efrînê, di fermiyetê de bi awayekî zimnî lê di fiîliyatê de bi awayekî aşkere bi desteka hêzên emperyal, welatekî xwedî artêşeke ku li cîhanê yek ji mezintirîn artêşa ye, heye. Lê belê li hemberî vê artêşê û hêzên emperyal jî navçeyeke ku bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide heye. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku berxwedana Efrînê halê pêşvetir yê berxwedana Kobaniyê ye. Berxwedaneke ku rê li ber fikirîna weziyeta ruhî ya mirovên cîhanê ya der barê jiyan û pêşerojê de di nav keser û bêhêvîtiyê de asê maye vedike û berxwedaneke gerdûnî ya ku parêziya mîrateya nirxên çandeyî yên hevpar ên mirovahiyê dike." 
 
Dîjle, destnîşan kir ku di vê serdema ku pergala kûrewî mirovahî dorpêç kiriye de jî wêje, helbest dikare bibe hêleke çalak a pêvajoya li Efrînê xwe dide der û got: "Helbest dikare talanan, mirinên sivîl, rûxandina ekolojîk, texrîbatkirina deverên dîrokî û perestgehan bide der û berbelav bike. Ez behsa bihartin û fûrandina hestan, tiştekî ku li ser esasê mexdûriyetê û sloganîk nakim. Ya ku ez behs dikim ew e ku heverastî estetîka berxwedanê, di wesfê bîr û hafizeyê de ye. Friedrich Schiller dibêje, 'Huner çi qasî ji aliyê azadiyê ve bê mijandin ewqasî mezin dibe.' Ji ber vê divê têkoşîna rûmetdar a nifşê herî berxwedêr û demokratîk ê sedsala 21'an bi awayekî herî karîgeriyî bigihê pênûs û helbestê, da ku helbest, huner li vê erdnîgariyê êdî bi awayekî azad bê îcrakirin." 
 
MA / Dîcle Muftuoglu
 

Sernavên din

10/02/2018
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e
14:38 4 roj in agahî ji rojnamegerê Îranî yê muxalîf nayê girtin
13:57 Ji bo piştgiriyê bidin gundê êzidiyan çûn herêmê
13:38 Dozger pêdivî bi lêpirsîna belgeyên Grava Manê nedît
13:20 Kesên di Komkujiya Enqerê de jiyan xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:14 Di doza kujerê 11 zarokên li Aladagê de 4 bersûc berdan
12:13 Gelê Wanê ji bo kongreyê ketin rêya Enqereyê
12:12 Rojnameger Yilmaz di hucreyê de ye: Avê nadin min
11:47 Destûra çûyîna rojnameger Emeç a Swîsreyê hat qebûlkirin
11:42 Şakirî bi rêyên qaçaxî albuma xwe dişîne welat
11:33 Chapman ê DYA’yî: Kurd li Efrînê tu carî bin nakevin
11:20 Bi boneya Efrînê mehek telefonê li girtiyan qedexe kirin
11:08 Parêzerê Ocalan: Êrîşa li dijî Efrînê nûjenkirina komployê ye
10:44 Li Amed û Stenbolê 6 binçavkirin
10:10 Efrîniyên malovaniyê ji gundiyên ser sînor re dike: Berxwedan dê xweşik be
09:25 ‘Kesên ji mirinan berpirsyar divê bên cezakirin’
09:07 Jinên kedkar: Em li dijî êrîşa li ser Efrînê xwe bi rêxistin bikin
09:07 9 salan kekê wê îstismarî wê kir
09:06 'Wê bi deh hezaran mirov tev li kongreyê bibin'
09:06 Girtiyên li Patnosê: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:05 Prz. Uysal: Heta niha tu kes ji bo komkujiya Jêrzemînên Cizîrê nehatiye darizandin
09:05 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê bi deh hezaran bersivê bidin
09:04 Weşanên Aryenê 2 pirtûkên din ên çîrokan weşandin
09:03 Rîtim Kolektîf ji niha ve dest bi amadekariyên 8'ê Adarê kir
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2018'AN
09/02/2018
22:04 Nivîskar Mîrza Ronî hat girtin
18:10 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
17:59 Serlêdana malbata Ocalan careke din jî hat redkirin
16:16 Kemalbay: Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe
15:39 Qeydên kamerayê yên doza Ozgur Gundemê xwestin
15:11 Beştaş: Kongreya me dê ji polîtikayên faşîzan re bibe bersiv
15:10 ‘Kujerên Elçî teslîmê darazê bikin’
14:54 ‘Em ê bi 10 hezaran beşdarî kongreyê bibin’
14:39 'Li şûna bersûc mexdûr hat darizandin û bersûc beraet kirin'
14:38 KODA'yê binçavkirina Hamzaoglu şermezar kir
14:19 KCD: Ev qirkirina siyasî faşîzm bi xwe ye
14:11 Baroya Amedê: Binpêkirinên mafan zêde ne
13:57 HDK bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bi wêrekî li kongreyê bin
13:12 Malbata Ocalan cara 63’yemîn serî li dozgeriyê da
13:11 Destê Nûçegihan Kanbal li pişt wî kelepçe kirin
12:40 Onder: Êdî fêm kirine ku emê çong neşkînin
12:36 Biryara binçavkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay derxistin
12:33 Hediye Yusuf: Piştî OSO dixwazin bi cerdevanan kurd hevdû qetil bikin
12:21 Li Gebzeyê serdegirtina malan: 20 HDP’yî binçav kirin
12:02 Rojnameger Ozkan: Îktidarê ol xistiye xizmeta xwe
11:39 ÎHD bertek nîşanî operasyonan da: Mafê birêvebirina siyasetê tune dikin
11:02 Giliyê qeyûmên dibin deynan de man li wezaretê kirin
10:37 4 partiyên Swîsreyê ji bo Efrînê bang li hikûmetê kirin
10:26 Prof. Hamzaoglu beriya bê binçavkirin axivî: Ev mudaxele motîvasyona me zêde dikin
10:26 Duh Hevserokê DBP'ê Arslan hat girtin îro ji bo binçavkirinê bi ser mala wî de girtin
10:00 ‘Ez dê ji bo Dîren li ber avahiyên AKP'ê rojiya mirinê bidomînim'
09:56 HDP ji kongreya pêngavê re amade ye
09:47 Îsal pîvok zû vebûn
09:35 Nivîskar Îba: Êrîşên li dijî Efrînê dê bandorê siberoja AKP’ê bike
09:35 Bang li Fakibaba kirin: Sozên xwe pêk bîne
09:34 Zarok ji bo 20 TL’yî rojê 12 saetan dixebitin…
09:33 ‘Pêwiste jin ne li ber destê mêran, bi hunera xwe bijîn'
09:23 Helbestvan Dîjle: Divê wêje û berxwedan bigihên hevdu, da bi awayekî azad bê îcrakirin
09:21 Parlementerên Şirnexê yên HDP'ê: Birîna roboskiyan kûrtir kirin
09:21 6 sal e restorasyona wê neqediyaye
09:01 Beriya Kongreya HDP'ê li dijî HDK'ê operasyon
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2018'AN
06:53 BTK'ê malpera MA cara 4'emîn, demokrasî 56'emîn asteng kir
08/02/2018
19:32 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan hat girtin
18:49 Wê nûçegihanê me Kanbal sibê sewqî edliyeyê bê kirin
17:12 Bi daxwaza girtinê Arslan şandin dadgeriyê
17:01 Nûçegîhanê me Ahmet Kanbal binçav kirin
16:45 Serlêdana Akat Ata, Uysal û Yureklî hat redkirin
16:34 Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Dîlokê: Em ê bêdeng nebin
16:22 Prof. Akdenîz: Dixwazin hemû dengên muxalîf qût bikin
16:11 Polîsê îstîsmarkar beraet kir
15:48 Li Girtîgeha Odemîşê kaxizên nameyan desteser kirin
15:43 Yildirim: Desthilatdarî dê di 11’ê Sibatê de bixape
15:33 Xwestin kesên di bin çavan de serbest bên berdan
15:07 Di salekê de li Egeyê 1462 kes hatin binçavkirin û 278 kes hatin girtin
14:55 'Sirûda Şoreşê ya Gelan' dê di kongreya HDP'ê de bê gotin
14:45 Jinên Efrînê bang li jinên cîhanê kirin: Rabin ser piyan
14:32 Gaziya Pirsûsê vegot, bersûcê doza Pirsûsê xwe ker kir
14:15 Kujerê 4 kesan dîsa nehat girtin
14:14 Akademisyenên Aştiyê derketin pêşberî dadger
13:53 Li Êlihê xebatên amadekariya kongreya HDP’ê temam bûn
13:47 Bersûcê îstîsmarê bi parastina ‘terorîst’ beraet kir
13:32 Namzetên Hevserokên HDP’ê diyar bûn
13:23 Meleyê di kursa Quranê de îstismarî kir, 25 sal ceza li birîn
12:42 Ji derveyî welat dê eleqeyek mezin nîşanî kongreya HDP’ê bidin
12:41 Çapemeniya hemû gotinên Erdogan dike manşet ziyareta Vatikan nedît
12:20 Polîsan li Rihayê bi ser malan de girtin
12:18 Doza Pirsûsê dest pê kir: Edalet bi Pirsûsê re tê
12:00 Ayla Akat Ata, Uysal û Yureklî ji bo hevîtinê serlêdan kirin
11:58 Jinên bi rengên xwe beşdarî kongreyê bibin: Dê nekaribin HDP’ê têk bibin
11:26 Polîs ji sibê heta êvarê li Wanê kontrola GBT dikin
11:14 Kamera li qawîşên Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi cih kirin
11:04 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan dê derbixin edliyê
11:03 Meş bû pira navbera milê rojhilat û rojavayê Firatê
11:02 Ji Fîlîstînê heta Îrlandayê şoreşger tev li kongreya HDP'ê dibin
10:56 Beton zêde dibe qadên çandiniyê kêm dibin
10:51 Girtiyê nexweşîna dil nayê dermankirin
10:06 Welatiyên li ser sînor bi mirinê re rû bi rû ne