ŞIRNEX – Li Cizîrê ji ber stûnên pira li ser Çemê Dîcleyê derizî bû, 6 sal berê xebatên selihandinê dest pê kirin lê belê hîn jî ev xebat neqediyane.
Li Cizîra Şirnexê, ji ber stûnên pira ku di sala 1968'an de li ser Çemê Dîcleyê hat çêkirin derizîn, 6 sal berê xebatên selihandinê hatin destpêkirin, lê belê hîn jî ev xebatên restorasyonê neqediyane û didomin. Di sala 2012'an de ji ber derizîna stûnên vê pira ku li ser Riya Hevrişimê ye û navçeya Cizîr û Silopiyayê bi hev girêdide ji aliyê Wezareta Ragihandin, Behrevanî û Nûçevaniyê bi usûla îhaleyê xebat dan destpêkirin. Ji bo karê restorasyonê zûtir biqede îskele hatin danîn. Ji bo pira ku navê "Pira Cizîrê" lê hatiye kirin û rojê bi sedan wesayit di ser re diçin, di biharê de îskele hat çêkirin. Lê belê ji ber bilind bûna avê îskele rûxiyan. Paşê hat hînbûn ku ji nû ve ji bo restorasyonakirina pirê dîsa berpêşî îhaleyê hatiye kirin, lê belê îskeleyên ji nû ve hatin çêkirin jî rûxiyan.
Nehat hînbûn ku heta niha ji bo selihandina pirê çi qas pere hatiye xerckirin û ji bo restorasyonê îsal jî îskele hatin danîn. Şêniyên navçeyê bi salane heman dîmenê dibînin û li bendê ne ku demildest pir bê restorekirin.