STENBOL - Beriya 3'emîn Kongreya Mezin a HDP'ê ya 11'ê Sibatê pêk bê li Stenbolê Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî di navde gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.
Beriya 3'emîn Kongreya Mezin a HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de pêk bê, gelek siyasetmedarên HDP û HDK'ê hatin binçavkirin. Polîsan serê sibê li Stenbolê dîsa bi ser gelek malan de girt. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin polîsan serê sibê bi ser mala
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Piroglu, Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) Kezban Konukçu, Hevseroka Partiya Kesk a Çepgir, Naci Sonmez û Eylem Tuncaeli û Wekîla Seroka Giştî yê ESP Fadime Çelebî, Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya li malên xwe yên Stenbolê hatin binçavkirin.
Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr jî dema diçû avahiya Navenda Giştî ya DBP'ê hat binçavkirin.
Hat zanîn ku polisan bi ser mala Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgit a Navçeya Menemenê ya Îzmirê de jî girtine. Hevsera Koçyigit, diyar kir ku hesera wê ne li mal bû û polîsan diyar kirine ku di çarçoveya operasyona bi fermana Serdozgeriya Enqereyê serdegirtin pêk hatiye.
Hat zanîn ku bi fermana Serdozgeriya Enqereyê operasyon pêk hatiye. Koçyigît jî di navde der barê 12 kesan de biryara binçavkirinê hatiye girtin.
Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr jî dema diçû avahiya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê hat binçavkirin. Polîsan bi heman armancê bi ser mala Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan de jî girtin û lêgerîn kirin. Arslan duh hatibû girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Serokê Partiya Şoreşger Musa Piroglu hat berdan.