AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî û daxuyaniyên der barê êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê di 6'ê Sibatê de li Amedê hat binçavkirin, hat girtin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî û daxuyaniyên der barê êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê di 6'ê Sibatê de li Amedê hat binçavkirin, piştî karên îfadeyê yên li emniyetê sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Ji bo piştevaniyê Parleemnterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, rêveberên KCD, HDP û DBP'ê jî di nav de gelek kes hatin ber edliyeyê. Polîsan li dora edliyeyê û hundurê wê bi awayekî zêde tevdîr girtin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê Arslan bi îdiaya "Endamtiya rêxistina çekdar" bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê hat kirin. Piştî îfadeya li dadweriyê Arslan bi heman îdiayê hat girtin.
Bi girtina Arslan re, herdu hevserokên giştî yên DBP'ê jî girtî ne. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel di Cotmeha 2016'an de hatibû girtin û niha di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de ye.