ÎZMÎR - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Manîsayê de, nûçegîhanê me yê Îzmîrê Ahmet Kanbal binçav kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Manîsayê de, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" nûçegîhanê me yê Îzmîrê Ahmet Kanbal binçav kirin. Duh Miduryeta Polîsan a navçeya Hatayê ya Îzmîrê bang li nûçegîhanê me Kanbal kir û bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kiriye" divê îfadeya wî bê girtin. Kanbal ji bo îfadeyê bide çû Miduryeta Polîsan a Navçeyê ew binçav kirin.
Piştî kontrola tenduristiyê dê Kanbal derxin edliyeyê.