Polîsê îstîsmarkar beraet kir

  • jin
  • 16:11 8 Sibat 2018
img
MÊRDÎN - Polîsê tevgera taybet B.K. yê îstîsmarî M.B.ê kir û serbest hat darizandin, beraet kir. Parêzera M.B. Asls Pasinler, bertek nîşanî biryarê da û got: "Di vê dozyayê de helwesta darazê ya zayendîparêz pir zelal e." Parêzer dê birara beraetê bişînin temyizê. 
 
3'emîn danişîna doza polîsê tevgera taybet B.K. yê li Mêrdînê piştî îstîsmarî M.B.'ê kir û bi sucdariya “êrîşa zayendî ya bi plan" heta 12 salan tê darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di danişina dozê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, endamên Platforma Jinan a Mêrdîn û Platforma Jinan a Dicle Amed jî di navde gelek jin amade bûn. Ji Amed, Mêrdîn û Rihayê jî parêzeran doz şopand. Dîsa parêzerên M.B., Nezahat Almas, Hatice Demir, Asli Pasinler, Gulşen Ozbek, Elif Îpek, Tiren Ulaş jî tev li danişînê bûn. Di danişînê de bersûc B.K.û parêzerê wî Engîn Ugur  Hamidî jî amade bûn. 
 
TEV ÇEKÊ KET SALONÊ
 
Beriya danişîn dest pê bike xismekî polîsê îstîsmarkar bi çekê ket salonê. Li ser ve yekê parêzera M.B. Gulşen Ozbek xwest çekê ji salonê derxe. Li ser ve yekê çek ji salonê hat derxistin. Piştî xwendina nasnameyan parêzer Hatice Demir diyar kir ku bersûc polîs e û hewl dide delîlan reş bike. Prz. Demîr anî ziman ku ji mer jin dibe hedef û ev bûyerek bi rêk û pêk e, li gori peymana Stenbolê dixwazen wekî baroya Amedê bibin mudaxilê dozê. Dîsa Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê jî heman daxwaz kir. Parêzerê bersûc jî diyar kir ku parêzerên dixwazin bibin mudaxîl ji sûc zerar nedîtine û xwest ev daxwaz bê redkirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzerên jin a mudaxiliyê red kir. 
 
Piştre parêzer Aslı Pasinler, parastin kir û diyar kir ku di dosyayê de kêmasi hene û 2 polîsên personel bi gefan sûc û delîlên sûc veşartiye. Prz. xwest ji ber vê yekê lekolîn berfireh bibe û delîlên din bên komkirin."  
 
LI SER HEV SÛC KIRIYE
 
Prz. Pasînler, anî ziman ku di dosyayê de delîlên qedexe hene û mexdûr wekî kesên şikdar hatiye dîtin. Pasinler, anî ziman ku piştî glî hat kirin telefona mexdûr hatiye desteserkirin û wiha pirsî: "Di vê dosyayê de çi hebûya dê bersûc bihata girtin? Dîmenên êrîşa zayendî hene. Xwin heye. Rapor heye. Lê hêj nehatiye girtin. Bi agahiya bersûc îfadeya mexdûr tê girtin. Bersûc hewl dide delîlan reş bike. Ducaran êrîşa zayendî kiriye. Li ser hev sûc kiriye." 
 
'YÊN DELÎL REŞ KIRINE BÊ SINC IN' 
 
Prz. Hatice Demir, diyar kir ku muwekila wê wekî "jinek bê sinc" hatiye pênasekirin û wiha got: "Li vir yên esil bê sicn kesên delîl reş kirine. Bersûc tevî vê yekê hêj li ser karê xwe ye. Tevî çekê dikeve salona danişînê. Ji ber ku M.B. tehdît kirine, M.B. duh hewl daye întihar bike. Berbirsiyarê vê yekê daraz e. Dîsa M.B. çûye nexweşxaneya dewletê. Lê bijîşk diyar kiriye ku M.B. destûra muayeneyê nedaye û rapora ku “şopa lêdan û êrîşa zayendî tune ye"  amade kiriye. Em dipirsin ger ku muwekîla min destûr nedabe, çawa dibe ku raporê amade bike. Em dibînin ku bijîşk rapora texte amade kiriye." 
 
Prz. Gulşen Ozbek jî anî ziman ku kesê der barê wî de lêpirsîna ceza hebe, divê ji peywirê bê dûrxistin. Em dixwazin ji bo dûrxistina wî tu tişt hatiye kirin ya na nivîsê ji midûriyeta polîsan re binivîsin. Li ser vê yekê parêzerê polîs Engin Ugur Hamidi, parast ku mehek e muvekkilê wî ji kar dûr xistine. 
 
‘ÇIMA MUVEKKÎLA MIN XWE BIKUJE?' 
 
Parêzera M.B. Nezahat Almas jî anî ziman ku ew her dem jiyana taybet a muvekîla xwe li ber çavan digire û wiha got: “Di dosyayê de rapor heye. Li gel vê yekê bersûc nehatiye girtin. Duh min xwest têkildarî dozê bi muwekila xwe re hevdîtin bikim. Lê ji ber ku hewl dabû întîhar bike min nekarîbû wê bibînim. Çima muwekîla min hewl dide xwe bikuje. 
 
 
Prz. Asli Pasinler, anî zima nku di dozên êrîşên zayendî de balkêş e parêzerên bersûcan hiqûqê niqaş nakin. Sincê jinê niqaş dikin. Dema Mêrdîn tê gotin N.Ç. tê aqilê her kesî. Em wekî parêzerên mexdûran van êrîşan qebûl nakin. Di vê dosyayê de halê îstîsmarê pir aşkere ye. "
 
Piştî parastinê heyetê der barê polîsê bersûc de biryara beraetê da. Polîsê tevgera taybet B.K., ku heyetê der barê wî de biryara beraetê da, li derve ji aliyê polîsan ve hat pêşwazîkirin. Piştre hev silav kirin. Parêzeran diyar kirin ku dê biryarê temyîz bikin. 
 
Piştî danişînê jinan li ber edliya Mêrdînê daxuyanî dan û biryar şermezar kirin. Parêzer Aslı Pasinler, anî ziman ku ji ber polîsê bersûc serhest hat darizandin, li ser mexdûr zext meşand û delîl reş kirin. Pasînler, anî ziman ku polîs jiyana taybet a mexdûr deşîfre kiriye û got: "Her çend halê sûcê bi zanebûn û bi armanc li ber çavan e jî dîsa polîs beraet kir. Biryara hat dayîn ne biryarek bi edalet e. Bi feraseta mêrê serdest hatiye dayîn. Ger ku hiqûqa navîn biqede em dê serî li Dadgehên Navneteweyi bidin." 
 
Parlamenera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, diyar kir ku rûpelek din a şerdê li rûpelên Tirkiye zêde bûne û piştî doza N.Ç.  li Mêrdîn dozek din zêde bûye. Bîrlîk, anî ziman ku ew dê şopdarê vê dozê bin. Daxuyanî tevi astengiyên polîsan bi çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

10/02/2018
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e
14:38 4 roj in agahî ji rojnamegerê Îranî yê muxalîf nayê girtin
13:57 Ji bo piştgiriyê bidin gundê êzidiyan çûn herêmê
13:38 Dozger pêdivî bi lêpirsîna belgeyên Grava Manê nedît
13:20 Kesên di Komkujiya Enqerê de jiyan xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:14 Di doza kujerê 11 zarokên li Aladagê de 4 bersûc berdan
12:13 Gelê Wanê ji bo kongreyê ketin rêya Enqereyê
12:12 Rojnameger Yilmaz di hucreyê de ye: Avê nadin min
11:47 Destûra çûyîna rojnameger Emeç a Swîsreyê hat qebûlkirin
11:42 Şakirî bi rêyên qaçaxî albuma xwe dişîne welat
11:33 Chapman ê DYA’yî: Kurd li Efrînê tu carî bin nakevin
11:20 Bi boneya Efrînê mehek telefonê li girtiyan qedexe kirin
11:08 Parêzerê Ocalan: Êrîşa li dijî Efrînê nûjenkirina komployê ye
10:44 Li Amed û Stenbolê 6 binçavkirin
10:10 Efrîniyên malovaniyê ji gundiyên ser sînor re dike: Berxwedan dê xweşik be
09:25 ‘Kesên ji mirinan berpirsyar divê bên cezakirin’
09:07 Jinên kedkar: Em li dijî êrîşa li ser Efrînê xwe bi rêxistin bikin
09:07 9 salan kekê wê îstismarî wê kir
09:06 'Wê bi deh hezaran mirov tev li kongreyê bibin'
09:06 Girtiyên li Patnosê: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:05 Prz. Uysal: Heta niha tu kes ji bo komkujiya Jêrzemînên Cizîrê nehatiye darizandin
09:05 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê bi deh hezaran bersivê bidin
09:04 Weşanên Aryenê 2 pirtûkên din ên çîrokan weşandin
09:03 Rîtim Kolektîf ji niha ve dest bi amadekariyên 8'ê Adarê kir
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2018'AN
09/02/2018
22:04 Nivîskar Mîrza Ronî hat girtin
18:10 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
17:59 Serlêdana malbata Ocalan careke din jî hat redkirin
16:16 Kemalbay: Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe
15:39 Qeydên kamerayê yên doza Ozgur Gundemê xwestin
15:11 Beştaş: Kongreya me dê ji polîtikayên faşîzan re bibe bersiv
15:10 ‘Kujerên Elçî teslîmê darazê bikin’
14:54 ‘Em ê bi 10 hezaran beşdarî kongreyê bibin’
14:39 'Li şûna bersûc mexdûr hat darizandin û bersûc beraet kirin'
14:38 KODA'yê binçavkirina Hamzaoglu şermezar kir
14:19 KCD: Ev qirkirina siyasî faşîzm bi xwe ye
14:11 Baroya Amedê: Binpêkirinên mafan zêde ne
13:57 HDK bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bi wêrekî li kongreyê bin
13:12 Malbata Ocalan cara 63’yemîn serî li dozgeriyê da
13:11 Destê Nûçegihan Kanbal li pişt wî kelepçe kirin
12:40 Onder: Êdî fêm kirine ku emê çong neşkînin
12:36 Biryara binçavkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay derxistin
12:33 Hediye Yusuf: Piştî OSO dixwazin bi cerdevanan kurd hevdû qetil bikin
12:21 Li Gebzeyê serdegirtina malan: 20 HDP’yî binçav kirin
12:02 Rojnameger Ozkan: Îktidarê ol xistiye xizmeta xwe
11:39 ÎHD bertek nîşanî operasyonan da: Mafê birêvebirina siyasetê tune dikin
11:02 Giliyê qeyûmên dibin deynan de man li wezaretê kirin
10:37 4 partiyên Swîsreyê ji bo Efrînê bang li hikûmetê kirin
10:26 Prof. Hamzaoglu beriya bê binçavkirin axivî: Ev mudaxele motîvasyona me zêde dikin
10:26 Duh Hevserokê DBP'ê Arslan hat girtin îro ji bo binçavkirinê bi ser mala wî de girtin
10:00 ‘Ez dê ji bo Dîren li ber avahiyên AKP'ê rojiya mirinê bidomînim'
09:56 HDP ji kongreya pêngavê re amade ye
09:47 Îsal pîvok zû vebûn
09:35 Nivîskar Îba: Êrîşên li dijî Efrînê dê bandorê siberoja AKP’ê bike
09:35 Bang li Fakibaba kirin: Sozên xwe pêk bîne
09:34 Zarok ji bo 20 TL’yî rojê 12 saetan dixebitin…
09:33 ‘Pêwiste jin ne li ber destê mêran, bi hunera xwe bijîn'
09:23 Helbestvan Dîjle: Divê wêje û berxwedan bigihên hevdu, da bi awayekî azad bê îcrakirin
09:21 Parlementerên Şirnexê yên HDP'ê: Birîna roboskiyan kûrtir kirin
09:21 6 sal e restorasyona wê neqediyaye
09:01 Beriya Kongreya HDP'ê li dijî HDK'ê operasyon
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2018'AN
06:53 BTK'ê malpera MA cara 4'emîn, demokrasî 56'emîn asteng kir
08/02/2018
19:32 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan hat girtin
18:49 Wê nûçegihanê me Kanbal sibê sewqî edliyeyê bê kirin
17:12 Bi daxwaza girtinê Arslan şandin dadgeriyê
17:01 Nûçegîhanê me Ahmet Kanbal binçav kirin
16:45 Serlêdana Akat Ata, Uysal û Yureklî hat redkirin
16:34 Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Dîlokê: Em ê bêdeng nebin
16:22 Prof. Akdenîz: Dixwazin hemû dengên muxalîf qût bikin
16:11 Polîsê îstîsmarkar beraet kir
15:48 Li Girtîgeha Odemîşê kaxizên nameyan desteser kirin
15:43 Yildirim: Desthilatdarî dê di 11’ê Sibatê de bixape
15:33 Xwestin kesên di bin çavan de serbest bên berdan
15:07 Di salekê de li Egeyê 1462 kes hatin binçavkirin û 278 kes hatin girtin
14:55 'Sirûda Şoreşê ya Gelan' dê di kongreya HDP'ê de bê gotin
14:45 Jinên Efrînê bang li jinên cîhanê kirin: Rabin ser piyan
14:32 Gaziya Pirsûsê vegot, bersûcê doza Pirsûsê xwe ker kir
14:15 Kujerê 4 kesan dîsa nehat girtin
14:14 Akademisyenên Aştiyê derketin pêşberî dadger
13:53 Li Êlihê xebatên amadekariya kongreya HDP’ê temam bûn
13:47 Bersûcê îstîsmarê bi parastina ‘terorîst’ beraet kir
13:32 Namzetên Hevserokên HDP’ê diyar bûn
13:23 Meleyê di kursa Quranê de îstismarî kir, 25 sal ceza li birîn
12:42 Ji derveyî welat dê eleqeyek mezin nîşanî kongreya HDP’ê bidin
12:41 Çapemeniya hemû gotinên Erdogan dike manşet ziyareta Vatikan nedît
12:20 Polîsan li Rihayê bi ser malan de girtin
12:18 Doza Pirsûsê dest pê kir: Edalet bi Pirsûsê re tê
12:00 Ayla Akat Ata, Uysal û Yureklî ji bo hevîtinê serlêdan kirin
11:58 Jinên bi rengên xwe beşdarî kongreyê bibin: Dê nekaribin HDP’ê têk bibin
11:26 Polîs ji sibê heta êvarê li Wanê kontrola GBT dikin
11:14 Kamera li qawîşên Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi cih kirin
11:04 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan dê derbixin edliyê
11:03 Meş bû pira navbera milê rojhilat û rojavayê Firatê
11:02 Ji Fîlîstînê heta Îrlandayê şoreşger tev li kongreya HDP'ê dibin
10:56 Beton zêde dibe qadên çandiniyê kêm dibin
10:51 Girtiyê nexweşîna dil nayê dermankirin
10:06 Welatiyên li ser sînor bi mirinê re rû bi rû ne