ÎZMÎR – Li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê rêveberiyê dest danîn ser kaxizên name û daxwaznameyan. Girtiyan ragihand ku di lêgerînên qawişan de gardiyan û leşker ji wan re wiha dibêjin: “Endamê FETO welatiyên vî welatî ne, hûn terorîst in.”
Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê bi riya xizmên xwe ragihandin ku bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Girtiyan da zanîn ku li qawîşan lêgerîn zêde bûye û di lêgerînan de leşker û gardiyan ji wan wiha dibêjin: “Endamê FETO welatiyên vî welatî ne, hûn terorîst in.” Girtiyan got ku li wan heqaret tê kirin.
Girtiyan diyar kir ku li qawîşan radyoyên wan hatine berhevkirin û got: “Dest datînin ser kaxizên A-4 ên ji bo name nivîsandinê. Çalakiyên me werzîş û hevparî hatine astengkirin. Rêveberiya Girtîgehê dest datînin ser name û kargoyên ji me re tên. Pêkanîna qertên berstû le ser me ferz dikin.”
Girtiyan li dijî binpêkirinan mafan ên diqewimin banga hestiyariyê kirin.
Me xwest têkildarî mijarê bi Miduriyeta Girtîgehê re hevditin kir û Miduriyeta Girtîgehê got ku ew bi hinceta “ewlehiyê” nikarin bi riya têlefonê bersiv bidin û pêwîste serî li dozgeriyê bê xistin.