ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê daxuyand ku li herêma Egeyê di sala 2017’an de 18 hezar û 675 binpêkirinên mafan qewimîne. ÎHD’ê di rapora xwe de aşkere kir ku daneyên wan bi dest xistine li herêmê di salekê de hezar û 462 kes hatine binçavkirin û 278 kes jî hatine girtin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê li avahiya komeleya xwe Rpoara Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2017’an a Herêma Egeyê di civîna çapemeniyê de aşkere kir. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD’ê ya Îzmîrê Denîz Bayrak di rapora aşkere kir de bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Uşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Burdur, Mugla, Balikesîr û Isparta cih girtin. Bayrak daxuyand ku li herêma Egeyê di 2017’an de bi giştî 18 hezar 675 binpêkirinên mafan pêk hatine û herî zêde binpêkirin li ser penaberan û girtîgehan qewimiye.
LI GIRTÎGEHAN 742 BINPÊKIRINÊN MAFAN
Bayrak destnîşan kir ku di 2017’an de li Girtîgeha Tîpa T ên Hejmarên 1-2- 3-4’an a Şakranê jin û zarok, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 û 2’an a Kiriklarê, Girtîgha Tîpa T a Manîsa, Girtîgeha Tîpên R û T ên Menemenê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîş, Girtîgeha Tîpa L a Balikesîr, Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 û 2’an a Bandirma, Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî û Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye girtî 168 car mafên wan tenduristiyê ji destê wan hatiye girtin. Bayrak got ku li heman girtîgehan 12 car li dijî xizmên girtiyan lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û li girtîgehan 742 binpêkirin qewimîne.
HEZAR Û 462 BINÇAVKIRIN Û 278 GIRTIN
Bayrak diyar kir ku bi pêkanînên OHAL’ê re hejmara binçavkirinan zêde bûye û li herêma Egeyê di 2017’an de hezar û 462 kes hatine binçavkirin û ji van 278 kes hatine girtin. Bayrak anî ziman ku binpêkirinên mîna revandin, binçavkirin, derpkirin û girtin hezar û 758 binpêkirinên mafan pêk hatine.
CÎNAYETA 56 JINAN Û ÎSTÎSMARA 97 ZAROKAN
Bayarak derbirî ku li dijî jinan 184 binpêkirinên mafan qewimîne û 56 cînyatên jinan, 44 birîndarkirin û derpkirin û 97 caran jî îstîsmarkirina zayendî li dijî zarokan pêk hatiye. Bayrak anî ziman ku bi giştî li dijî jin û zarokan 347 binpêkirinên mafan qewimîne.
13 HEZAR Û 954 BINPÊKIRINÊN PENABERAN
Bayrak bal kişand ser KHK’iyan û di 2017’an de 449 kes hatine îxrackirin û bi giştî 574 binpêkirinên mafê xebatê jî rû daye. Bayrak bibîr xist ku ji ber şerê li Sûriyeyê bi sed hezaran mirov ji warên xwe koçber bûne û bi giştî 13 hezar û 954 car li dijî penaberan binpêkirina mafan pêk hatiye. Bayrak got kul i dijî nirxên çandî jî 12 binpêkirin tespît kirine.