AMED – Polîs Ilyas Mekîklî li Geverê ji maşîneya zirxî gule welatiyan reşandibû û 4 welatî kuştibûn. Polîsê ku bi daxwaza cezayê hepsê yê 15 salan serbest tê darizandin, dîsa hat darizandin. Dadgehê xwest li cihê bûyerê kifş bê kirin û dîsa daxwaza girtina polîsa red kir.
Di 8’ê cotmeha 2016’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîs Ilyas Mekîklî ji maşîneya zirxî gule li welatiyan barandibû û di gulebaranê de Serhat Buldan, Rahmî Safhalî, Necdet Îşozu û Aydin Tumen kuştibû û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar kiribû. Der barê polîs Mekîklî ji sûcê “Kuştina tawanbar” cezayê hepsê yê 15 salan doz hatibû vekirin. Doz bi hinceta “ewlehiyê” neqlî Amedê hatibû kirin. Danişîna çaremîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc Mekîklî yê serbest tê darizandin ji Adliyeya navçeya Devrekê ya Zonguldakê bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê muştekî Şahîn Koyun jî di danişînê de amade bû.
Danişîn bi xwendina belgeyên anîn dest pê kir û Musteşariya Parastina Pîşesaziyê ragihand ku têkildarî maşîneya tevli bûyerê bûye personelên dê pisporiyê bikirina nehatine dîtin.
Pişt re dîmenên ji maşîneya zirxî hatine kişandin li salona danişînê dan temaşekirin û dîrok û saeta dîmen li girtekê nivîsandin. Parêzer Şahîn xwest dîmenên li hundirê maşîneya zirxî jî hatin kişandin bişînin danişînê û xwest polîsê bersûc girtî bê darizandin.
Dozgerê danişînê xwest kêmasiyên dosyeya dozê bên temamkirin.
GULEBARÊN BI ‘ŞERTÊ HERÊMÊ RE’ GIRÊDA
Bersûc Mekîklî jî got ku ew parastina xwe berê dubare dike. Parêzerê bersûc, Gorkem Uysal jî da zanîn ku çeka maşîneyê ji berdanê re amadekirin girêda “şertên herêmê” û angaşt kir ku miwekîlê berê li taxa Orman a Geverê rastî êrîşa çekdarî ya endamên PKK’ê hatiye.
Dadgehê xwest li cihê bûyerê kifş bê kirin û dîsa daxwaza girtina polîsa red kir. Dadgehê danişîn taloqî meha gulanê kir.