STENBOL – Parêzerên Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 729’emîn serî li Sedozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Newroz Uysal û Ayla Akat Ata bi boneya sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû 729 car parêzer serlêdana daxwaza hevdîtinê dikin.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 728 serlêdanên parêzeran bi hincetên “Muxafelat hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewaş Awarte” hatin redkirin.