WAN – Ji roja êrîşên li dijî Efrînê dest pêkir heta niha avahiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê di bin dorpêça polîsan de ye. Polîsên li ber avahiyê rawestiyane, kesên dikevin hundir û derdikevin, radiwestînin û di kontrola GBT’ê re derbas dikin.
Ji 20’ê çile ve ku êrîşên li dijî Efrînê dest pê kirin hemû avahiyên partiyên siyasî û saziyên kurd di bin dorpêça polîsan de ne. Li gel binçavkirina rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl kêlî bi kêlî têketin û derketina avahiyan jî kontrol dikin. Li Amedê çawa ku polîsan avahiyên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê xistine bin dorpêça xwe heman pêkanînê li Wanê jî pêk tînin. Ji roja êrîşên ser Efrînê dest pê kirin polîsan avahiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê xistiye bin dorpêça xwe.
Polîs serê sibê zû tên ber avahiyê û kesên dikevin hundir û derdikevin radiwestînin û kontrola Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) li ser nasnameya wan dike.
HER ROJ HEMAN PÊKANÎN
Welatiyek ku bi salan e li DBP’ê çaygeriyê dike her roj bi heman pêkanîna re rû bi rû dimîne. Dema ev ev welatî li dijî pêkanînê derdikeve jî polîs vê bersivê didin: “Ev pêkanînek rûtîn a ewlehiyê ye. Em nasnameya hemû kesên di kolanê de derbas dibe dinêrin.”
Li Wanê bi pêşengiya HDP’ê bi beşdariya gelek saziyan li dijî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniya çapemeniyê pêk hatibû û polîsan dîmenên hemû kesên beşdarî daxuyaniyê bûbûn kişandibû. Pervîn Ozgur a ku daxuyaniya Tevegera Jinên Azad (TJA) ya têkildarî Efrînê xwendibû hat binçavkirin. Ozgur bi îdiaya “Xelkê ji leşkeriyê sar dike” bang kirin ku biçe îfade bide.