WAN - Hat îdîakirin ku rayedarên girtîgehê kamera li qawîşên Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi cih kirin.
Li Girtîgehe Tîpa T a Wanê rayedarên girtîgehê kamera li qawişan bi cih kirin. Parêzerên çûn hevdîtina muwekîlên xwe yên girtî, diyar kirin ku rayedarên girtîgehê kamera bi qada jêr a qawîşan ve kirine. Di heman demê de hat zanîn ku gelek girtî ji girtîgehên Patnos û Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê kirin û ji ber ku girtî li dijî lêgerîna tazî derketin, hatin derpkirie. Cardin, hat diyar kir ku gelek girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeh Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê kirin.