AMED – Li bendê ye Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ê ji ber daxuyaniyên ji bo Efrînê hat binçavkirin derbixin edliyeyê.
Di 6’ê sibatê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan bi sedema parvekirinên medya civakî û daxuyaniyên têkildarî êrîşên li ser Efrînê li Amedê hatibû binçavkirin. Arslan li Miduriyeta Polîsan a Amedê tê ragirtin û hat zanîn li bendê ye Arslan di nava rojê de derbixin Edliya Amedê.
Hat hînbûn ku Arslan bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin.