Meş bû pira navbera milê rojhilat û rojavayê Firatê

img

EFRÎN - Gelên ku tevî hemû astengiyên Tirkiye ji Silêmanî û Şengalê ketin rê û hatin Efrînê, di navbera gelên Rojhilat û Rojavayê Firatê de pira jiyanê avakirin. Bi berxwedana QSD'ê ya li herêmê polîtîkayên herêmî û navneteweyî jî tên guhertin. 

Êrîşa TSK'ê û OSO ya li ser Efrînê di roja 20'an de berdewam dike. Kurdên Bakurê Sûriye ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê bi karwanek mezin tevî hemû astengiyên Tirkiye xwe gihand Efrînê. Tirkiye bi êrîşên hewayî û bejayî û hewldanên dîplomasiyê 20 rojin nikare Hêza Sûriyiyea Demokratîk (QSD) derbas bike û nikare têkeve Efrînê. Her çend Tirkiye hewl dide ku Rojhilat û Rojavayê Efrînê ji hev cuda bike û di navbera Efrîn û Rojhilat de ji Cerablusê heta Idlibê herêma tampon ava bike jî gelên hatin Efrînê pira navbera gelan xurt kir. Di salên 1970'an de Rejîma Sûriye bi "Kevanê Ereban" xwestin kurdan perçe bikin niha jî Tirkiye bi herêma tampon dixwaze kurdan qut bike. Lê piştî QSD'ê "Berxwedana Serdemê" li Efrînê dan destpêkirin ji Şengalê heta Helebê gel herikîn Efrînê û pira gelan ava kirin. 
 
ÇEND ROJ WEXT DABÛN
 
Bi salan Efrîn di bin ambargya Tirkiye, Rejîm û hêzên navneteweyî de hat hiştin. Tevî hemû astengiyan gelên ji şer koç kirin berê xwe dan Efrînê. Tirkiye piştî di 20'ê Çile de li dijî Efrînê êrîşa hewayî û bejayî dest pê kir, çend roj wext diyar kir û got 'Em dê di çend rojan de paqij bikin' Lê piştî Tirkiye bi TSK û OSO êrîşî Efrînê kir, hesabê malê û sûkê li hev nehat. Nekarîbû 30 kilometre herêma tampon ava bike. Tirkiye xwest li herêma Cindirêsê, Reco, Bilbilê, Şiyê, Şera û Meydana koridorê veke. Tirkiye ji xeynî OSO hewl dide ku hêzên Ozbek, Tacîk, Çeçen û Turkistanî jî li vir bi cih bike. Tirkiye xwest herêma Cerablus, Bab, Ezaz û bakurê Efrinê bikin yek. Ji ber vê yekê Rûsya, DYA û Îranê gelek tawîz da rejîmê. 
 
ROJHILAT Û ROJAVA KIRIN YEK
 
Êrîşa TSK ya li ser Efrînê di roja 20'an de berdewam dike. Lê heta niha encama ku hikûmeta Tirkiye dixwest bi dest nexistiye. Ji ber ku hewldana Tirkiye encam negirt denge û polîtîkayên Tirkiye û hêzên navneteweyî jî hatin guhertin. Parastina Efrînê ku di cîhanê de deng veda, hemû gelên Sûriye anîn cem hev û bû pira navbera gelên Rojhilat û Rojava. Ji Şengalê heta Halepê, ji rojhilat heta rojavayê Firatê bû pira gelan. 
 
HEWLDANÊN ÎRANÊ YÊN SURPRÎZ 
 
Piştî Tirkiye di nava 20 rojan de encam bi dest nexist helwesta Îranê ya li hemberî Tirkiye jî hat guhertin. Hêzên ku hesab li ser Efrînê çêkiribûn, piştî hewldana Tirkiye bê encam ma, hesab û polîtikayên xwe guhertin. Rejîma Îranê jî bi daxuyaniyên xwe helwesta xwe ya li hemberî Îranê guhert. Hefteyaborî li başûrê Helebê li dijî karwanê TSK'ê êrîş pêk hat û Tirkiye îdîa kir ku ji aliyê Rejîma Îranê ve pêk hatiye. Piştî vê yekê Îranê jî xwest Tirkiye hêza xwe ji Efrînê paşve bikişîne. 
 
DYA XIST NAVA TEVGERÊ
 
Xeta paratinê ku navê "Berxwedana Serdemê" lê hat kirin polîtîkayên DYA û Rûsya ji nûve guhertin. Piştî berxwedan li Efrinê pêş ket, hêzên navneteweyî ku li ser Kurdan polîtîkayê dimeşînin, hem di nava xwe de û hem jî bi kurdan re trafîka diplomasiyê zêdekirin. Fermandarê DYA yê di koalîsyona li dijî DAİŞ'ê de cih digirt Paul E. Funk, duh Minbiç a di bin kontrola QSD'ê de ziyaret kir. Generalê DYA'yî di ziyaretê de dubare diyar kir ku dê leşkerên DYA li Minbinçê bimînin. Li bendê ye ku du heyetên payebilind ên DYA bên Tirkiye ziyaret bikin. Li bendê ye ku fermandarên DYA'yî li Tirkiye bi hempîşeyên xwe re hevdîtinêbikin û ji Tirkiye bixwazin ku êrîşên li ser Efrînê rawestînin. 
 
RUSYA LI IDLIBÊ DEST PÊ KIR
 
Li bendê ye ku polîtîkayên Rûsya yên li ser Efrîn û Idlibê bê guhertin. Piştî balafira Rûsya li Idlibê ji aliyê komên ku Tirkiye piştgiriyê didê ve hat xistin, Rûsya bi destê rejîma Sûriye gelek herêmên Idlibê ji destê Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) û komên din derxist. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

10/02/2018
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e
14:38 4 roj in agahî ji rojnamegerê Îranî yê muxalîf nayê girtin
13:57 Ji bo piştgiriyê bidin gundê êzidiyan çûn herêmê
13:38 Dozger pêdivî bi lêpirsîna belgeyên Grava Manê nedît
13:20 Kesên di Komkujiya Enqerê de jiyan xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:14 Di doza kujerê 11 zarokên li Aladagê de 4 bersûc berdan
12:13 Gelê Wanê ji bo kongreyê ketin rêya Enqereyê
12:12 Rojnameger Yilmaz di hucreyê de ye: Avê nadin min
11:47 Destûra çûyîna rojnameger Emeç a Swîsreyê hat qebûlkirin
11:42 Şakirî bi rêyên qaçaxî albuma xwe dişîne welat
11:33 Chapman ê DYA’yî: Kurd li Efrînê tu carî bin nakevin
11:20 Bi boneya Efrînê mehek telefonê li girtiyan qedexe kirin
11:08 Parêzerê Ocalan: Êrîşa li dijî Efrînê nûjenkirina komployê ye
10:44 Li Amed û Stenbolê 6 binçavkirin
10:10 Efrîniyên malovaniyê ji gundiyên ser sînor re dike: Berxwedan dê xweşik be
09:25 ‘Kesên ji mirinan berpirsyar divê bên cezakirin’
09:07 Jinên kedkar: Em li dijî êrîşa li ser Efrînê xwe bi rêxistin bikin
09:07 9 salan kekê wê îstismarî wê kir
09:06 'Wê bi deh hezaran mirov tev li kongreyê bibin'
09:06 Girtiyên li Patnosê: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:05 Prz. Uysal: Heta niha tu kes ji bo komkujiya Jêrzemînên Cizîrê nehatiye darizandin
09:05 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê bi deh hezaran bersivê bidin
09:04 Weşanên Aryenê 2 pirtûkên din ên çîrokan weşandin
09:03 Rîtim Kolektîf ji niha ve dest bi amadekariyên 8'ê Adarê kir
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2018'AN
09/02/2018
22:04 Nivîskar Mîrza Ronî hat girtin
18:10 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
17:59 Serlêdana malbata Ocalan careke din jî hat redkirin
16:16 Kemalbay: Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe
15:39 Qeydên kamerayê yên doza Ozgur Gundemê xwestin
15:11 Beştaş: Kongreya me dê ji polîtikayên faşîzan re bibe bersiv
15:10 ‘Kujerên Elçî teslîmê darazê bikin’
14:54 ‘Em ê bi 10 hezaran beşdarî kongreyê bibin’
14:39 'Li şûna bersûc mexdûr hat darizandin û bersûc beraet kirin'
14:38 KODA'yê binçavkirina Hamzaoglu şermezar kir
14:19 KCD: Ev qirkirina siyasî faşîzm bi xwe ye
14:11 Baroya Amedê: Binpêkirinên mafan zêde ne
13:57 HDK bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bi wêrekî li kongreyê bin
13:12 Malbata Ocalan cara 63’yemîn serî li dozgeriyê da
13:11 Destê Nûçegihan Kanbal li pişt wî kelepçe kirin
12:40 Onder: Êdî fêm kirine ku emê çong neşkînin
12:36 Biryara binçavkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay derxistin
12:33 Hediye Yusuf: Piştî OSO dixwazin bi cerdevanan kurd hevdû qetil bikin
12:21 Li Gebzeyê serdegirtina malan: 20 HDP’yî binçav kirin
12:02 Rojnameger Ozkan: Îktidarê ol xistiye xizmeta xwe
11:39 ÎHD bertek nîşanî operasyonan da: Mafê birêvebirina siyasetê tune dikin
11:02 Giliyê qeyûmên dibin deynan de man li wezaretê kirin
10:37 4 partiyên Swîsreyê ji bo Efrînê bang li hikûmetê kirin
10:26 Prof. Hamzaoglu beriya bê binçavkirin axivî: Ev mudaxele motîvasyona me zêde dikin
10:26 Duh Hevserokê DBP'ê Arslan hat girtin îro ji bo binçavkirinê bi ser mala wî de girtin
10:00 ‘Ez dê ji bo Dîren li ber avahiyên AKP'ê rojiya mirinê bidomînim'
09:56 HDP ji kongreya pêngavê re amade ye
09:47 Îsal pîvok zû vebûn
09:35 Nivîskar Îba: Êrîşên li dijî Efrînê dê bandorê siberoja AKP’ê bike
09:35 Bang li Fakibaba kirin: Sozên xwe pêk bîne
09:34 Zarok ji bo 20 TL’yî rojê 12 saetan dixebitin…
09:33 ‘Pêwiste jin ne li ber destê mêran, bi hunera xwe bijîn'
09:23 Helbestvan Dîjle: Divê wêje û berxwedan bigihên hevdu, da bi awayekî azad bê îcrakirin
09:21 Parlementerên Şirnexê yên HDP'ê: Birîna roboskiyan kûrtir kirin
09:21 6 sal e restorasyona wê neqediyaye
09:01 Beriya Kongreya HDP'ê li dijî HDK'ê operasyon
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2018'AN
06:53 BTK'ê malpera MA cara 4'emîn, demokrasî 56'emîn asteng kir
08/02/2018
19:32 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan hat girtin
18:49 Wê nûçegihanê me Kanbal sibê sewqî edliyeyê bê kirin
17:12 Bi daxwaza girtinê Arslan şandin dadgeriyê
17:01 Nûçegîhanê me Ahmet Kanbal binçav kirin
16:45 Serlêdana Akat Ata, Uysal û Yureklî hat redkirin
16:34 Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Dîlokê: Em ê bêdeng nebin
16:22 Prof. Akdenîz: Dixwazin hemû dengên muxalîf qût bikin
16:11 Polîsê îstîsmarkar beraet kir
15:48 Li Girtîgeha Odemîşê kaxizên nameyan desteser kirin
15:43 Yildirim: Desthilatdarî dê di 11’ê Sibatê de bixape
15:33 Xwestin kesên di bin çavan de serbest bên berdan
15:07 Di salekê de li Egeyê 1462 kes hatin binçavkirin û 278 kes hatin girtin
14:55 'Sirûda Şoreşê ya Gelan' dê di kongreya HDP'ê de bê gotin
14:45 Jinên Efrînê bang li jinên cîhanê kirin: Rabin ser piyan
14:32 Gaziya Pirsûsê vegot, bersûcê doza Pirsûsê xwe ker kir
14:15 Kujerê 4 kesan dîsa nehat girtin
14:14 Akademisyenên Aştiyê derketin pêşberî dadger
13:53 Li Êlihê xebatên amadekariya kongreya HDP’ê temam bûn
13:47 Bersûcê îstîsmarê bi parastina ‘terorîst’ beraet kir
13:32 Namzetên Hevserokên HDP’ê diyar bûn
13:23 Meleyê di kursa Quranê de îstismarî kir, 25 sal ceza li birîn
12:42 Ji derveyî welat dê eleqeyek mezin nîşanî kongreya HDP’ê bidin
12:41 Çapemeniya hemû gotinên Erdogan dike manşet ziyareta Vatikan nedît
12:20 Polîsan li Rihayê bi ser malan de girtin
12:18 Doza Pirsûsê dest pê kir: Edalet bi Pirsûsê re tê
12:00 Ayla Akat Ata, Uysal û Yureklî ji bo hevîtinê serlêdan kirin
11:58 Jinên bi rengên xwe beşdarî kongreyê bibin: Dê nekaribin HDP’ê têk bibin
11:26 Polîs ji sibê heta êvarê li Wanê kontrola GBT dikin
11:14 Kamera li qawîşên Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi cih kirin
11:04 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan dê derbixin edliyê
11:03 Meş bû pira navbera milê rojhilat û rojavayê Firatê
11:02 Ji Fîlîstînê heta Îrlandayê şoreşger tev li kongreya HDP'ê dibin
10:56 Beton zêde dibe qadên çandiniyê kêm dibin
10:51 Girtiyê nexweşîna dil nayê dermankirin
10:06 Welatiyên li ser sînor bi mirinê re rû bi rû ne