ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê, ji bo beşdarî êrîşên li dijî Efrînê bibin, dewlet li cerdevanan digere. Ji bo tev li şer bibin û şer bikin, rojê 300 lîre pêşniyarî cerdevanan hat kirin. Hat gotin ku piraniya cerdevanan ev pêşniyar qebûl nekiriye.
Li Şirnex û navçeyên wê Silopiya, Qileban û Elkê, ji bo ku di êrîşên li hemberî Kantona Efrînê de cih bigirin, pêşniyara tevlêbûna êrîşan li cerdevanan hat kirin. Hefteya borî rayedarên leşkerî yên qereqolên gund û bajarokan ev pêşniyar li cerdevanan kirin. Hat hînbûn ku cerdevanên ku di şer de cih bigirin, wê rojaneya wan 300 TL be.
SERCERDEVAN KETIN DEWRÊ
Her wiha hat hînbûn ku ji bo ev pêşniyar bê qebûlkirin hin sercerdevan jî ketine dewrê. Hat ragihandin ku cerdevanên ku di êrîşan de cih bigirin dê heta wextekê di warê leşkerî de bên perwerdekirin. Li gor agahiyên hatin wergirtin hin cerdevanên di komên "Xençer" û "Bayrak" ku di salên 90'î de bûn sedema windabûna gelek kesan, navên xwe nivîsandine.
Her wiha hat gotin ku gelek cerdevanan jî ev pêşniyar qebûl nekiriye.