'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'

img

AMED – Helbestkar Sabrî Vural bi nivîsandina helbesta “Efrîn” balê dikişîne ser rengîniya Efrînê û bêdengiya cîhanê ya li dijî Efrînê rexne dike. Vural got pêwiste nivîskar, helbestvan, hunermend û rewşenbîrên kurd trajedî û jenosîda li Efrînê bibînin û piştgiriyê bidin Efrînê. 

Êrîşên hewayî û bejahiyê yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê li ser Efrînê dewam dikin. Êrîş di roja 20’an de didomin û ev êrîş bi çalakiyên cûr bi cûr tên şermezarkirin. Hunermend û helbestkar jî bi hestên xwe li dijî êrîşan derdikevin û li ser Efrînê an distrên an jî helbestan dinivîsînin. 
 
Helbestkar Sabrî Vural ê li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê dimîne bi helbesta “Efrîn” balê dikişîne ser rengîniya Efrînê û bêdengiya cîhanê ya li hember Efrînê rexne dike. Vural diyar kir ku naveroka helbestê qirkirina mirovahiyê û bêdengiya cîhanê ya li hember Efrînê ye û got: “Li tevahiya Rojava lê bi taybetî li Efrînê li dijî gelan zext û zordarî tên meşandin. Min xwest bi vê helbestê deng bidim qêrîna zar û zêçên Efrînê.”
 
‘DIVÊ ÇAVÊ HEMÛ CÎHANÊ LI SER EFRÎNÊ BE’ 
 
Vural destnîşan kir ku divê ew tenê ne bi navê Efrîn li Efrînê binêrin û wiha domand: “Êrîşa li ser Efrînê tunekirina gelan û têk birina destkeftiyên li wir e. Carek din dixwazin şer li ser gelê kurd bidin meşandin û lîstokan li dijî gelan bihûnînin. Divê em bi helwestek biçûk li Efrînê ne nêrin. Pêwîst e çavê tevahiya cîhanê li ser Efrînê be û guh bidin gelê Efrînê. Mafê jiyanê û yê xwebirêvebirinê yê gelên Efrînê jî heye.”
 
‘DIVÊ REWŞENBÎRÊN KURD BÊDENG NEMÎNIN’ 
 
Vûral bang li hemû nivîskar, helbestkar, hunermend û rewşenbîrên kurd kir ku li dijî êrîşên ser Efrînê bêdeng nemînin û wiha axivî: “Beriya her kesî divê nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd rewşa ewilî ya Efrînê bibînin û dengê xwe ji bo Efrînê derbixin. Beriya gel derûniya şer dibînin û dizanin dê di bin wê derûniyê de çi trajedî û jenosîd pêk were. Divê li hember vê yekê hemû rewşenbîrên kurd hişyar bin. Divê em bi helbest û nivîsên xwe piştgiriya Efrînê bikin.” 
 
Helbesta Vural li ser Efrînê nivîsandiye wiha ye:
 
“E F R Î N
 
Ji nava toza kevne salên neyar tên
Ev serdema hêç û çavbirçî
Amade be, 
Ey bajarê hineya zavatiyê hê li desta
Bila dev vekirî be sindoqên dilê te yên bûkaniyê,
Ji bo nameyên bêrîkirinê,
 Yê bavê Ebû Leyla
Bişkokên sînga xwe vek e
Ey axa rû esmer
Ez dizanim wê bilûsin li sînga te
sewta zarokên bindest,
ji çiyayê kurmênc teva dilê Avesta!
Tu
Li ber çavên cîhanek kor
Birînek bêxwediye, ji şûrên birçî re
Ji ber wê ye ez îro dihûnim ristê helbestan 
Bi navê êş û birînan
Bişikîne biskên hêviyan li bin darzeytûnan
Ev bajar hêlîna baz û kevoka ye
Îro jiyan û azadî bi mirinê re pevdiçin e
Xwenga mezin Bakur, bûye ewrekî bêdeng rûnerm û bêbiryar e, li qêrîna lehengan
Ev qad enîgewr û rûspîne,
weke gellek caran wê helbestên felatê,
ji dîroka rûreş re bi xwîn e
Bi nêrînên êvarek çavmest,
li kemernava te ya zêrîn dineherim
Dixwazim çîrokekê binivîsînim ji helwesta te ya ji pola
Ez dizanim, şervano hûn roj bi roj hê xwe?iktir dihûnin guliyên çiya û bestan
Keserkê? û birînkûr im, bi qasî her-i-kîn-a Dîjle
Diqilqilim, biqasî nalîna Ferat û  bêxewim îşev
Serkeftin ne xewn û ne xeyal e
Keda palevanên beriya Efrînê
Û
Stêrkên basik mertalin
Li hinda Edûlên! biskên wan bêhine
Klamek Dewrêşî! û xwêdandayî wê bimîn e, ji te re
Qelenê te mirin be jî
Navê te dilbijok e
EFRÎNA min.” 
 
MA / Bîlal Guldem

Sernavên din

08/02/2018
09:53 BTK'ê malpera MA cara 3'yemîn, Demokrasî 55'emîn asteng kir
09:20 Dixwazin cerdevanan bi bertîlê beşdarî operasyona Efrînê bikin
09:20 Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne
09:19 Paylan bi Macron re hevdîtin kir: Nebin şîrîkê vî sûcî
09:18 'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'
09:16 Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Encu dan
09:15 Nivîskar Agin: Êrîşa li Efrînê komploya duyemîn e
09:14 Devecîoglû: Ne aştî, sorkirina şer sûc e
09:14 'Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî yek tîpiyê derkevin'
09:13 Kampusa zanîngehê ya bi hezaran dar lê hene dewrî TOKÎ'yê kirin
09:12 Gelo di saetên ceyranê de cîhazê guhdardkirinê heye?
09:11 Jinên şirnexî dê bi cil û bergên gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN
07/02/2018
18:00 Şahid: Rêberê rêberê ajokar tune bû
17:59 DBP'ê biryara ji nûve bi rêxistinkirinê da
16:50 TJA xwest dayika aştiyê Yalçin bê berdan
16:30 Nurhayat Altun SEGBÎS red kir
16:00 Ji bo 31 kesan biryara sînorkirinê derxistin
15:57 'Ên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenc bikin'
15:26 KCD'ê berxwedana xwerêveberiyên cewherî bi bîr anî
15:11 ÎHD: Nehêlin qanûna sansurê derbas be
15:00 Cerdevanê derket operasyonê bi ‘qezayê’ mir
14:59 TTB: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin
14:41 42 kes binçav kirin û der barê 55 kesan de biryara binçavan da
14:35 Dadgehê dosya Demîrtaş neşand danişînê
14:32 Tabelaya Parka Halîl Îbrahîm Oruç daxistin
14:07 Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin
14:02 Îxbara ‘derew’ veguherandin lêpirsîna parvekirinên medya civakî
13:47 Dogan: Li ber çavê min sûcê mirovahiyê kirin
13:40 Dadger biryara girtina hîndekarê kursa quranê da
13:20 Li Girtîgeha Şakranê îdiaya ‘hewldana jehrîkirinê’
12:35 Di mitbexên parastina Efrînê de berxwedan dikele
12:27 Encamnameya konferansa HDP’ê: Rexnedayîn hat dayîn û biryarên girîng hat girtin
12:21 'Encu wêneyê Roboskê bû ew ji Meclisê rakirin'
12:05 Bertekên li dijî binçavkirina Arslan: Dixwazin tevliheviyê derxin
12:05 'Ev der Çiyayê Kurmênc e, ev ax û welat ê me ye'
11:47 Kartal: Heke em paşve gav bavêjin rojnamegeriya me bi binê erdê keve
11:19 Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê dan siyasetmadarên jin
11:13 Dest bi qeydên dersên kurdî kirin
10:55 TSK'ê darên zeytûnan ji kokê ve rakirin
10:52 Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê...
10:25 ‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike'
10:05 'Nexweşxaneyên Bajêr pirsgirêkan çareser nakin, zêde dikin'
10:03 ‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’
09:24 Rêveberiya Girtîgehê: Tu bêhna xwe distînî, ne hewce ye tu bê berdan
09:23 Komeleya Xwezayê: Bi hincetên 'ewlehiyê' em nikarin tespîtên texrîbatê bikin
09:22 Wezîrê berê Halîs: Êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiyeyê bike
09:22 Altiparmak: Navê vê yekê sansur e
09:21 Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin
09:20 Akademîsyen: Em ê bi wêrekî têbikoşin
09:19 'Wê bi deh hezaran HDP'î ber bi Enqereyê ve biherikin'
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN
08:36 BTK'ê Ajansa Mezopotamya dîsa asteng kir
07:51 Beriya kongreya HDP'ê li dijî rêveberên HDP û HDK'ê operasyon
06/02/2018
22:21 Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye
22:07 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat berdan
21:06 100 parlementerên PE'yê ji bo Efrînê bang kirin: Demildest êrîşan rawestînin
20:36 AA nûçeya xwe guherand
19:24 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat binçavkirin
17:38 Parlementeriya Ferhat Encu hat betalkirin
16:37 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan hat binçavkirin
16:25 'Berî kongreya HDP'ê dixwazin tirsê biafirînin, lê dê bi ser nekevin'
16:17 Dozger, xwest meleyê îstîsmarkar bê cezakirin
16:04 Li Enqereyê 5 kes serbest berdan
16:02 HDP’ê navenda TTB’ê ziyaret kir
16:00 UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin
15:43 Gelek herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
15:26 Koçyîgît: Yên ji bo serkeftinê çûn dê têkçûyî vegerin
15:16 Daxwaza akademîsyenan a 'bila dosya bibin yek' red kirin
15:14 'Emê li dijî şer jiyanê biparêzin’
14:36 Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin derket 148’an
14:30 Kemalbay: Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Efrînê dikin
14:16 Li Efrînê mîtînga heybet
14:04 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
13:56 13 kesên binçav kirin serbest berdan
13:49 Bi hinceta stranên kurdî tê guhdarkirin deriyê qehwexaneyê mohr kirin
13:42 Malbatên girtiyan serlêdana sûc kirin
13:35 Di çile de 17 rojnameger hatin binçavkirin 7 hatin girtin
13:34 Parêzerên Erdogan xwestin Eren Keskîn ji baroyê bê derxistin
13:31 Erdogan: Obama jî rast neaxivî, Trump jî rast naxive
12:48 600 hunermendên Îranî ji bo Efrîn kampanya dan destpê kirin
12:34 Tirkiye parastina Cizîrê da DMME'ê: Yên hatin kuştin divê sivîlên masum neyên dîtin
11:59 Parêzerên Ocalan cara 728’emîn serlêdan kirin
11:49 ‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’
11:49 Girtiyan bi saetan kelepçekirî di nezaretxaneyê de radigirin
11:11 Li Îdlibê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 5 leşker birindar bûn
11:04 Wezîrê Parastina Efrînê: Ji 7 salî heya 70’î salî li ser piyane
10:55 Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û ekolojîst binçav kirin
10:28 Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir
10:24 'Xizir hêza alîkariya kesên ketine zorê ye'
09:50 Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê hat binçavkirin
09:46 Li 60 gundên Amedê ‘qedexe” hat îlankirin
09:34 Walîtiya Kilîsê li Cerablûsê girtîgehê çê dike
09:33 Şêniyên Cindirêsê: Hûn çi ji me dixwazin?
09:08 Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê
09:06 Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike
09:04 Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike
09:03 Endamê DÎK’ê Baran: Xwedê tenê ji bo aştiyê fermana têkoşînê dide
09:03 Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin
09:03 AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye