ŞIRNEX– Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu dan û wiha gotin: "Ger wê wekîltiya siyasetmedarên ku em deng didin wan dê bê betalkirin nexwe ji bo çi em dengê xwe bi kar tînin? Bila sindoqên ku em dengê xwe li wan bi kar tînin rakin."
Piştî betalkirina wekîltiya Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, vê carê jî wekîltiya Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hat betalkirin. Wek hincet jî 4 sal û 7 meh û 10 roj cezayê ku berê li Encu hatibû birîn hat nîşandan. Şirnexiyên ku bi rêjeyeke zêde ya dengan Encu hilbijartibûn bertek nîşanî betalkirina wekîltiya wî dan.
‘EM VÊ NEHEQIYÊ QEBÛL NAKIN'
Mehmet Kartalê 56 salî ku got “Çewisandin û zilmeke din jî li yên ku malbatên roboskiyî dibînin zêde bû" destnîşan kir ku ev biryar heqaret e li şirnexiyan. Kartal bi lêv kir ku ev biryar nayê qebûlkirin û wiha bertek nîşan da: "Dîsa jî Ferhat Encu wekîlê me ye. Encu wekîlê 500 hezar şirnexeiyan e. Şirnexî vê neheqiyê qebûl nakin."
'BILA SINDOQÊN KU EM DENG LI WAN BI KAR TÎNIN RAKIN'
Alî Şahapê 69 salî jî parlemeneterên HDP'î yên din ên wekîltiya wan hat betalkirin bi bîr xist û wiha axivî: "Bila sindoqên ku em dengê xwe li wan bi kar tînin rakin. Ger wê wekîltiya siyasetmedarên ku em deng didin wan wê bê betalkirin nexwe ji bo çi em dengê xwe bi kar tînin? Betalkirina wekîltiya encu jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê edalet bi kêfî ye. Edalet nîşan da ku ew ne li gel hilbijêran, li gel faşîzmê ye."
Abdûrrahman Baraçê 70 salî jî anî ziman ku ji ber Encu tim rastî anîne ziman hedef hatiye girtin. Baraç ku got "Ji ber ku Encu bîadî faşîzma AKP-MHP'ê nekiriye hatiye girtin û wekîltiya wî hatiye betalkirin" wiha got: "Me ew wek wekîl hilbijart. Ev biryar me tune dihesibîne. Neheqiyên li kurdan tên kirin li holê ne. Li ber çavê her kesî vîna bajarekî tune tê hesibandin. Divê kes li hemberî neheqiyê bêdeng nemîne."
Ramazan Bayramê 40 salî jî anî ziman ku ew naxwazin wekîltiya wekîlên tu partiyê jî neyê betalkirin û bi van gotinan bertek nîşanî biryara hatiye dayîn da: "Em vê zilmê qebûl nakin. Tenê ne ya Encu, tê xwestin vîna hemû kurdan bê binpêkirin."