ŞIRNEX- Jinên şirnexî yên bi kincên xwe yî gelêrî tev li kongreya HDP'ê dibin wiha gotin: "Emê bi hêvî û coşeke mezin biçin û dê kongre bibe serketina jinên botanî."
3 roj ji Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê ma, dê di 11'ê Sibatê de li Eywana Sporê ya Arena ya Enqereyê bê lidarxistin. Di çarçoveya xebatên kongreyê de li Şirnex û navçeyên wê jî amadekarî li ber qedandinê ne. Welatiyên herêmê anîn ziman ku ewê bi kincên xwe yê gelêrî yên aîdî herêma Botanê tev li kongreyê bibin.
‘WÊ BIBE SERKETINA JINÊN BOTANÎ'
Makbûle Akîde ya 65 salî ku li bajêr tev li xebatên ji bo kongreyê dibe wiha got: "Em ji Şirnexê jî bi deng û rengê xwe tev lê bibin." Akîde bi lêv kir ku ewê bi coşeke mezin tev li kongreyê bibin û ewê di kongreyê de li dijî şer dengê xwe yê ji bo aştiyê bilind bikin. Ayşe Altay a 42 salî jî got ku ewê bi kincên xwe yên gelêrî yên aîdî herêma Botanê tev li Kongreyê bibin û wiha axivî: "Hêviya me ewe ku ev kongre ji bo gelan bibe cihê aştî û biratiyê. Wê kongre bibe serketina jinên botanî."
‘WÊ JIN BIBIN PÊŞENG'
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, xebatên li bajêr tên birêvebirin nirxandin. Demîr got wê jin pêşengtiya kongreyê bikin. Esmer diyar kir ku coş û moraleke mezin heye û ew ê bibin dengê kongreya ku dê siyaseta demokratîk bi pêş ve bixe.
‘FAŞÎZM JI ME DITIRSE'
Ramazan Bayramê 40 salî jî destnîşan kir ku HDP hêviya azadiyê ya gelan e. Bayram got hikûmeteke ku li hemberî vîneke 6 milyonî direhile heye. Bayram destnîşan kir ku ew tenê ji bo xwe doza demokrasî û azadiyê nakin û wiha got: "Em azadiya hevserokên xwe dixwazin. Faşîzm ji me ditirse. Wê rojekê demokrasî û azadî ji bo her kesî lazim be. Ji ber vê em ê kongreya xwe veguherînin şahîneta demokrasiyê."
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî rûxandina li Şirnex û navçeyên wê ya di dema îlankirina qedexeyên derketina derve yên salên çûyîn de bi bîr xist û got niha xebatên wan ên ji bo kongreyê li ber qedandinê ne. Îrmez got ew ê hêvî, daxwaz û pêşniyarên gelê Botanê di kongreyê de bînin ziman û wê kongre li hemberî polîtîkayên şerî bibe pêngaveke girîng.
Îrmez ev tişt gotin: "Em hêvî dikin ku dê ev kongre bibe bersiva texrîbat û rûxandinên li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê. Polîtîkayên dijî kurdan didomin. Ev kongre li dijî faşîzma AKP-MHP'ê di wesfa pêngavekê de ye."