STENBOL - Danişîna doza xwendekara Zanîngeha Stenbolê Şule Îdîl Dere ya li Stenbolê kamyonê lê xist û qetil kir hat dîtin. Parêzerê malbatê diyar kir ku kamyon ketiye rêya rêwiyan û bi zanebûn Dere hatiye kuştin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir.
2'yemîn Danişîna doza xwendekara Zanîngeha Stenbolê ya 23 salî Şûle Îdîl Dere li 57'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat dîtin. Danişîna doza xwendekara zanîngehê Dere ya Kamyona Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di 12'ê Gulana 2016'an de qetil kir, 3 personelên ÎBB û 4 personelên ÎSTAÇ'ê bi giştî 7 kes tên darizandin. Di danişîna dozê de dayika Dere Nesrin Aslan, bav Berdan Dere, parêzer û bersûc Ergun Ata, Kamil Celal Yildirim, Saffet Altındag, rayedarê ÎSTAÇ'ê Teyfur Bingöl, Zafer Karasaçlı, İbrahim Ruhi Kelleci û ajokarê ÎSTAÇ'ê Mumin Kiliç amade bû.
'2-3 CARAN TEKER DI SER DE DERBAS BÛN
Di danişînê de şahid Kyndall Mc Dorman axivî. Dorman, diyar kir ku dema kamyon paşve çû ket rêya rêwiyan û bi lez diçû. Dorman, anî ziman ku dema paşve diçû li Dere qeliband û 2-3 caran deker di ser Dere re derbas bûn. Kesê rê nîşanî ajokar bidin û li tenişta ajokar tune bû.
Parezerê Dere Murat Ozverî jî anî ziman ku ajokar ji ber di rêya rêwiyan re meşiya ye bi zanebûn kuştiye. Parêzeran anî ziman ku ajokar bi zanebûn sûc kiriye û xwest li gorî wê bersûc bên darizandin. Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da. Heyeta dadehê daxwaza parêzeran red kir.
Heyeta dadgehê doz taloqî 11'ê Nîsanê kir.