STENBOL - Polîsan li Stenbolê di saetên şevê de di serdegirtina malan de 31 endam û rêveberên HDP û HDK'ê binçav kirin. Der barê 31 kesan de 24 saetan biryara sînorkirinê derxistin.
Li 22 navçeyên Stenbolê beriya kongreya giştî ya asayî ya HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de pêk bê, serê sibê li dijî endam û rêveberên HDP û HDK'ê yên Stenbolê operasyon pêk anîn. Polîsan di operasyonê de bi ser gelek malan de girt û 31 siyasetmedar binçav kirin. Polîsan endam û rêveberên HDP û HDK'ê yên binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan a Vatanê. Der barê kesên binçavkirî de 24 saetan biryara sînorkirinê derxistin. Hat diyarkirin dê sibê parêzer bi karibin bi kesên di bin çavan re hevdîtinê pêk bînin.
Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat hînbûn wina ne: Îsmail Adalmiş, Şamîl Altan, Gulsen Bîter, Can Memîş, Celalettîn Can, Gonca Yangoz, Elîf Bulut, Çîgdem Kiliçgun Uçar, Fîlîz Yilmaz, Beşîr Aydemîr, Bedîa Aydemîr, xebatkara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Pinar Tarlak, Abdurezzak Acibalik, Taylan Urun, Elîf Yilmaz, Erhan Sarikaya, Mehmet Zekî Kiliç, Done Gevher Koyun, Taylan Talaş, Hîkmet Duman, Nurcan Teskîn, Hidir Dogan, Metîn Îlan, Abdulselam Yolcu, Atîlla Sayir, Zakîr Aydemîr, Nurcan Onar, Suphî Yildiz, Vahît Dalgiç û Abdullah Ertan.