STENBOL - Şaxa ÎHD'a Stenbolê, bal kişand ser qanûna tûrik a ku sansura înternetê dixe bin serweriya RTUK'ê û şandin Meclisê, aşkera kir ku divê destûrê nedin qanûna sansurê derbas be.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bal kişand ser qanûna tûrik ya ku sansura înternetê dide destê Saziya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) û destnîşan kir ku divê înternet nekeve bin serweriya RTUK'ê. ÎHD'ê bang li wekîlan kir û ev tişt got: "Ev qanûn înternet û nûçegîhanan azad tune dike û divê wekîl destûrê nedin vê yekê."
ÎHD'ê got ku azadiya remanê nikare bê sansurkirin û wiha pê de çû: "Dê RTUK bi qanûn û cezayan destûrê nede nûçey û şîroveyên azad. Ji ber cezayên giran didin parvekirinên li ser medyaya civakî, dixwazin vê qadê jî kes nede xebatê." ÎHD'ê bang li wekîlan kir û xwest nehêlin qanûn ji meclisê derbas bibe.