AMED - Hat îdîakirin ku cerdevan Omer Tumaç ê li çoltera navçeya Licê derket operasyonê, bi “Qezayekê” mir.
Hat îdîakirin ku cerdevan Omer Tumaç ê li çoltera gundê Kerwas a navçeya Licê ya Amedê bi leşkeran re derket operasyonê, bi “Qeza” guleya çeka xwe jiyana xwe ji dest da. Tumaç ê ji lingê xwe birîndar bû, piştrî bi Helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê, li vir mir.