ÎZMÎR - Li Îzmîrê, di operasyona 06’ê Sibatê de 42 kes hatin binçavkirin û hîna biryar binçavkirina 55 kesan heye. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, bertek nîşanî binçav kirinan dan û wiha gotin: “Bi van operasyonan dixwazin muxalefeta civakî bêdeng û bêbandor bikin.”
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, ji ber çalakiyeke sala 2014’an, di 06’ê sibatê de li Îzmîr, Stenbol, Enqere û Balikesîrê biryara operasyonê da û di operasyonên pêk hatin de, endama MYK’a KESK’ê Elîf Çuhadar û Dayîkên Aştiyê jî dinavê de 42 ekolîjîst, siyasetmedar, rojnameger û sendîkavan hatin binçavkirin. Hat diyar kirin k udi çarçoveya lêpirsîna hat vekirin de biryar binçavkirina 97 kesan heye. 42 kesên li bajarên çûda hatin binçavkirin birin Şaxa Midûryeta TEM’ê ya Îzmîrê. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê kom bûn û bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê dan. Gelek nûnerên sazî û dezgehan beşdarî daxuyaniyê bû. Serokê Şaxa Sendîkaya Karkerên Daristan û Çandiniyê Çagdaş Topal di daxuyaniyê de axivî û xwest hevalên wan bên bedan.
Topal, diyar kir ku bi kirînên xwe dixwazin muxalefet civakî bêdeng û bêbandor bihêlin. Topal, da zanîn ku ji duh de polîsan 42 kes binçav kirin û wiha got: “Hîna jî biryara binçavkirina 55 kesan heye. Bi operasyonên binçavkirin û girtinê dixwazin kesên têkoşer teslîm bigirin. AKP dixwaze bi OHAL’ê qanûna xwe ya bingehîn biparêze. Ji ber vê yekê OHAL’ê weke ji holê rakirina qanûna bingehîn bikar tîne.”
‘DIVÊ DAWÎ LI ÊRÎŞAN BÎNE’
Topal, destnîşan kir ku ewê qet dest ji têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê bernedin û wiha bi dawî kir: “Em qebûl nakin ku mafên bingehîn û azadî bên binpêkirin. Desthilatdarî hiqûqê tune dihesibîne. Em girtin û binçavkirinan bi tundî şermezar dikin. Divê demildest hevalên me berdin. Divê dawî li êrîşên xwe yên bêhiqûqû bînin.”