AMED - Dadgehê dosyaya tazminatê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş neşand danişîna doza ku Demîrtaş girtî jê tê darizandin.
Danişîna doza tazmînatê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî tê darizandin, hat dîtin. Demîrtaş, bi sedema ku li dijî şertên CMK'ê neheq hatiye binçavkirin û girtin û dadgeha ku li dozê dinere 11 şûnde diyar bûye û 13 men şûnde derxistine pêşberî dadger, heta 4 mehan lêkolîna girtinê nekirine 750 hezar doza tazmînatê vekiribû. Demîrtaş, tevlêbûna SEGBİS’ê red kir. Danişîna dozê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Demirtaş xwest li salona dadgehê amade bibe û îfade bide. Lê ji ber ku heyeta dadgehê xwest Demîrtaş, bi SEGBÎS'ê îfade bide Demirtaş tevlebûna SEGBÎS'ê red kir. Parêzera Demîrtaş Aygul Gokalp Demirtaş û parêzerê xazînê amade bû. Heyeta dadgehê diyar kir ku nivîsa ji 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere re şandine nelatiye bersivandin. Dozger mutala xwend û xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.
PArêzera Demîrtaş, prz. Aygul Gokalp Demirtaş jî xwest doz bê qebûlkirin. Parêzerê xazinê jî xwest doz bê redkirin.
Heyeta dadgehê jî biryar da ku li benda bersîva nivîsa ku berê ji 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê re nivisandine rawestin û doz taloq kir. Hat zanîn ku doza Demirtaş ku girtî jê tê darizandin ji 42 klasoran pêk tê.