AMED - Qeyûma Şaredariya Peyasê tabelaya Parka Halîl Îbrahîm Oruç daxistin.
Parka li semta Metropolê ya navçeya Peyasa Amedê li ser navê Halîl Îbrahîm Oruç hat çêkirin, bi fermana qeyûmê Şaredariya Peyasê tabelaya kurdî û tirkî daxistin. Di 20'ê Nîsana 2011'an de piştî Saziya Hilbijartina Bilind (YSK) der barê wekîlên Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê de biryara vetoyê da, li navçeya Bismilê gel daket qadan û ev biryar şermezar kir. Polîsan êrîşê girseya gel kir û xwendekarê lîseyê Halîl Îbrahîm Oruç di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Parka ku qala wê tê kirin li ser navê Oruç hatibû çêkirin û di 20'ê Tîrmeha 2012'an de vebûbû.
Şaredariyên DBP'ê yên qeyûm tayînê wan kirin, tabelayên gelek park û saziyan daxistin.