EDENE – Dozger mutalaya doza der barê 18’ê kesên bi îxbarek bênav hatibû vekirin aşkere kir. Dozger xwest 7 kesên ji dozê tên darizandin bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” bên cezakirin.
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Gulseren Tural û Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Edeneyê Tugay Bek jî di nav de der barê 18 kesan de li ser nameyek îxbara bênav a şandibûn Miduriyeta Polîsan a Edeneyê doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Hin kesên serbest tên darizandin û parêzer beşdarî danişînê bûn.
Danişîn bi xwendina belgeyan dest pê kir. Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û diyar kirin ku bi spartina îxbarek razber darizanin tê kirin û berata miwekîlên xwe daxwaz kirin.
Dozger der barê dozê de mutala xwe aşkere kir û xwest sûcê “endamtiya rêxistinê” ya li ser bersûcan bê beratkirin. Dozger xwest Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Edeneyê Tugay Bek, Endama Platforma Jinan a Edeneyê û TOP-G Derya Çîçek Nar, Hevserokê HDP’a Yuregîrê yê berê Basrî Çelîk, endamên HDP’ê Sedrettîn Argin, Halîme Kuş, Faysal Gulgun û Mehmet Tutuş ji ber parvekirinên medya civakê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” bên cezakirin.
Heyeta dadgehê bi hinceta kêmasiyên dosyeyê temam bibin û parastina parêzerên bersûcan li dijî mutala meqamê îdiayê bê sitendin danişîn taloqî 4’ê gulanê kir.