'Ev der Çiyayê Kurmênc e, ev ax û welat ê me ye'

img
EFRÎN - Ji Êzîdiyên Şengalê  yên rastî êrîşa Tirkiye hatin heta ereban û baweriyên cuda yên li ser axa Federasyona Bakurê Sûriye bi deh hezaran welatî berê xwe dan Efrînê û bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Gelê Efrînê bi şaxên Zeytûnan mêvanên xwe pêşwazî kirin. Bi wêneyê derket holê gelek peyam dan hêzên navneteweyî şên cîhanê û Tirkiye. Meşa Efrînê li hemû cîhanê bû rojev. 
 
Êrîşa TSK'ê û komên OSO ya li ser Efrînê di roja 19’an de berdewam dike. TSK bê navber bi top û hawanan axa Efrînê bombe dike. Lê heta niha nekariye têkeve nava axa Efrinê. Gelê Efrînê ji zarokan heta mezinan li dijî êrîşa TSK û OSO di ber xwe didin û şer dikin. Gelê Efrînê ku 19 rojin tevê êrîşên hewayî û bejayî axa xwe terk nekirin piştî piştgiriya ji terve bêtir bi hêz in. Tevî ku heta niha zêdeyî 148 welatiyên sivîl di bombebaranê de hatin kuştin jî welatiyan ax û gundên xwe terk nekirine û şer dikin. Piştî bi deh hezaran gelên ji baweriyên cuda ji bajarên Federasyona Sûriyeya Bakur û Herêma Kurdistana Federe û Şengalê hatin û gihiştin Efrînê, êdî gelê Erînê bêtir bi hêz e. Duh bi deh hezaran meşvanên Silêmanî, Şengal, Hesekê, Cizîr, Qamişlo, Kobanî, Minbinçê  Dirbêsiyê, Ebûrasîn, Tiltemîr, Amûdê, Dêrik, Rêmalan û Serêkaniyê gihiştin Efrînê. Ji Efrînê jî meşiyan Cindirêsê. Bi hezaran welatiyên ku li Til Temirê kom bûn, bi karwanek mezin berê xwe dan Kobanê. Karwana li Kobanê ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin serê sibê ji Kobanê derbasî Minbiçê bûn. Karwana ku ji Til Temîrê hat Kobanê û ji wir derbasî Minbiç û Efrînê bû li ser rê ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Dîsa her ku nêzî Efrinê bûn tevlêbûna kawanê zêde bû. 
 
Me wekî Ajansa Mezopotamya (MA) ku ev meşa dîrokî ji Şengalê Heta Efrînê şopand, geşedan û rûdanên dîrokî kom kir. 
 
Karwana ku ji 500 maşîneyan û deh hezaran welatiyan pêk dihat, bû wekî lehî û pêlên avê û gihişt Efrînê. Di meşê de reng, gotin û siloganên dîrokî mohra xwe li meşê xist. Hemû maşîneyên ku tev li karwana meşê bûn, şaxa zextunê bi maşîna xwe vekirin û berê xwe dan Efrînê. Ji ber Tirkiye êrîşa li ser Efrînê wekî "Operasyona Şaxa Zeştûnê" pênase kir, welatiyan dijberî vê yekê şaxên zeytûnê bi maşînê xwe vekirin. Dîsa afişên ku wêneyên Erdogan û DAIŞ'ê kirine yek û bi kurdî û erebî nivîsên Erdogan şermezar dikin hatin nivîsandin, bi maşîneyan ve hatin zeliqandin. Dîsa posterên endama YPJ’ê Avesta Xabûr û Arîn Kobanê ya ku ji aliyê OSO ve îşkence li cenazeyê wê hati kirin bi maşîneyan ve zeliqandin. Posterê herî zêde bal kişand jî posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. 
 
ÊZÎDÎ: EFRÎNÎ JÎ Û EM JÎ AZADIYÊ DIXWAZIN 
 
Ji Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê bi 100 Êzidîyan tev li meclîsê bû. Êzidîyên ku tev li meşa Efrînê bûn û ev yek ji bo xwe wekî rojek dîroki dîtin berê rastî êrîşa endamên DAIŞ'ê hatibûn, yekem car bi awayekî rêxistinî tev li meşê bûn. Êzîdî piştî Xanesorê bi coşek mezin û moralekî xurt tev li meşa Efrînê bûn. Yek ji Êzidîyên tev mi meşê bû, Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê yê 55 salî Şero Gullî, diyar kir ku ji bo bibin bêhnek gelê Efrînê, êzîdî û gelên din tev li meşê bûne. Gûllî wiha hestê xwe anî ziman: “Gelê Efrînê azadiyê dixwxazin. Em jî azadiyê dixwazin." 
 
‘JI BO EM BIBIN DENG Û QÊRÎNA GELÊ EFRÎNÊ...' 
 
Meşvan û Mamosteyê Beşa Şano ya Zanîngeha Rojava û Lijneya Yekîtiya Rewşenbirên Amûdê Beşîr Naaf jî diyar kir ku piştî meşa saetan gihişt Tiltemirê û wiha got: “Efrîn werekî pir dîrokî ye. Yek ji navendên dîrokî ya Sûriye ye. Parastina ciheki wisa erk û peywira hemû mirovahiyê ye. Me xwest em jî biin xêrîn û dengê Efrînê." 
 
NÛNERÊ EREB: ERDOGAN DEREWAN DIKE
 
Yek ji meşvanê Efrînê û Hevserokê Xeta Gundê Çiyayê Kezwanê Eliya Mamo El Îsa jî wiha got: “Tu ferqa Erdogan û DAÎŞ’ê ji hev tune ye. Erdogan jî wekî DAIŞ'ê sivîlan bombe dike. Efrin dagir kiriye. Em jî wekî nûnerên Ereb vê dagirkeriyê red dikin. YPG'ê mizgeft bombe nekirin. Yê ku mizgeft bombe kir hêza girêdayî Erdoga e. Erdogan jî wekî DAÎŞ'ê dagir dike. Erdogan derewan dike YPG'ê axa Ereban dagir nekiriye. Em wekî nûnerên Ereban dibêjin 'YPG, YPJ û QSD'ê em ji DAIŞ'ê parastin. YPG'ê li  Deyrzorê û Reqqa namûs û şerefa me xelas kir. " 
 
KOBANÊ: EFRÎN Û KOBANÊ YEK E, ERDOGAN Û DAİŞ YEK E
 
Girse piştî ji Tıl Temirê ketin rê hatin li Kobanê şevekê bûn mêvan. Karwan, li Kobana ku di sala 2014'an de rastî êrîşa DAİŞ'ê hat û piştî şerekî dirokî û dijwar şervanên kurd Kobanê ji destê DAIŞ'ê xelas kir li qada Jina Azad ku peykerê Arîn Mîrkan lê hatiye çikilandin, kom bûn û heta serê sibê govend gerandin. Li vir welatiyên Kobanê jî tev li meşê bûn. Kobaniyan bal kişad ser êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Efrînê. Kobanê di 26'ê  Çileya 2015’an de hatibû azadkirin. Welatiyên Kobanê êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin û gotin: "Efrîn û Kobanê yek e. DAIŞ û Erdogan jî yek e. Girse piştî li Kobanê hat pêşwazîkirin û pêşwazîkirin bû mîna Mitingê roja din berê xwe dan Minbiç û Efrînê. 
 
Saziya Mirovî ya Rojava (RAP), di rêde nan, masî û helaw li rêwiyan belav kir. Di rê de Asayişa Rojava, yekîneyên operasyonê, polîsên trafîkê û yekîneyen Heyva Sor û ambulansan hevaltî bi rêwîtiyan re kir. 
 
Karwana ku ji sedan maşine pêk dihat, di kijan gundî re derbas bû bi coş û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Hemû welatiyên gundan li ser rêyaen bi tilîlî, nişanêyên serkeftinê karwan pêşwazî kir. Dîsa dirûşmeyên ku hêrsa xwe ya li dijî Erdogan û Tirkiye tînin ziman berz kirin. Karwan dema di minbiçê re derbas bû, banga “Êzîdiyên ji Çiyayê Sincarê li vir e" ji aliyê gelê Minbiçê ve bi coşek mezin hat pêşwazî kir. 
 
EFRÎNIYAN BI GEŞKIRINA AGIR KARWAN PÊŞWAZÎ KIR
 
Karwan li Efrînê bi agirê geş û coşek mezin hat pêşwazîkirin. Karwan piştî Minbiç derbas kir di nava axa Rejîma Sûriye re derbasî Helebê bê û ji wir jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hat rawestandin. Ji ber lêgerîna maşîneyan karwan bi saetan li Helebê hat rawestandin. Piştî saetan karwan li Helebê hat rawestandin, rê li pêş karwanê vekir û derbasî Efrînê kirin. Girsê saet di 4'ê serê sibê de xwe gihand Efrînê. Gelê Efrînê seranserî rêyan agir geş kir û karwan pêşwazî kir. Efrîniyan li nava bajar karwan bi defê û govendê pêşwazî kirin. Girseya ku piştî 22 saetan ji Kobanê gihişt Efrînê, piştî pêşwazîkirnê li malên gel bûn mêvan. 
 
‘KURD Û EREB YEK IN'
 
Girse piştî gihişt Efrînê û şeva xwe li Efrînê derbas kirin serê sibê herikin qada Efrînê û mîtîngek bi heybet pêk anîn. Girse piştî mîtînga li nava Efrînê berê xwe dan Cindêrê ku di bin topbarana OSO û TSK'ê deye. Karwanê piştî berê xwe da Cindirêsê ya ereb, kurd bi hevre lê dijîn bê navber siloganên “Wehid Wehid Ereb û Kurd Wehîd 'Gelê kurd û ereb yek in" 
 
‘ERDOGAN ÎRO HEYE SIBÊ TUNE, LÊ EM HER HENE' 
 
Li Cindirê Cafer Cafer ê Êzîdî yê 57 salî ku tevî 3 malbatan ji Qastel Cindo koçî Efrînê kir, hestê xwe wina anî ziman: “Em pir spasiya xwe ji gelê bi hawara me hatin re dikin. Em pir kêfxweş in. Bi taybetî hatina gelê êzîdî em pir kêfxweş kirin. Erdogan ê dilxerab û DAÎŞ'ê nekarîbûn Êzîdiyan li Şengalê xelas bikin. Ji ber vê yekê niha dixwazin me tune bikin. Erdogan îro heye sibê tune ye. Lê gelên vir her dem hene." 
 
'DIZÎ KIRIN TALAN KIRIN Û ŞEWITANDIN' 
 
Ferîd Ezîs ê 55 salî ku ji ber êrîşa TSK û OSO ji gundê Hemamê hat li Cindirêsê bi cih bû jî hestê xwe wiha got: “Şikir kes ji me nemirin. Lê hemû gund talan û wêran kirin. Dizî kirin û şewitandin. Berê li Efrînê tu pirsgirêk tune bû. Aştî hebû. Lê piştî Erdogn ket vir şer derket. Erdogan û çeteyên DAİŞ'ê di bin navê îslamê de êrîş dikin. Ez jî misliman im. Mislimanî ne wisa ye. Em silavên Efrînê dişînin Şengal, Kobanê û Cizîrê." 
 
‘EV DER ÇIYAYÊ KURMÊNÇ E' 
 
Rengin Mihemedê 18 salî yê Efrîna Rengîn jî wiha got: “Ez wekî ciwanekî li hemberî van êrîşan pir matmayî dimînim. Ji ber ku Efrîn warekî ewle û aştiyê bû. Em bi arami û aştî bi hevre dijiyan. Lê Erdogan ket vir. Çavê wî ne tenê li axa me ye. Dixwazin gelê kurd tune bikin. Rêberê me bi salan e di bin tecrîdê de ye. Niha li dijî gelê Efrinê û hemu gelê kurd şer daye destpêkirin. Efrîn a ew qas şehîd dan ya Kurdan e. Ev der çiyayê Kurmênç e. Ev ax û welat ya me ye." 
 
MA / Selami Aslan 

Sernavên din

08/02/2018
09:53 BTK'ê malpera MA cara 3'yemîn, Demokrasî 55'emîn asteng kir
09:20 Dixwazin cerdevanan bi bertîlê beşdarî operasyona Efrînê bikin
09:20 Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne
09:19 Paylan bi Macron re hevdîtin kir: Nebin şîrîkê vî sûcî
09:18 'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'
09:16 Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Encu dan
09:15 Nivîskar Agin: Êrîşa li Efrînê komploya duyemîn e
09:14 Devecîoglû: Ne aştî, sorkirina şer sûc e
09:14 'Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî yek tîpiyê derkevin'
09:13 Kampusa zanîngehê ya bi hezaran dar lê hene dewrî TOKÎ'yê kirin
09:12 Gelo di saetên ceyranê de cîhazê guhdardkirinê heye?
09:11 Jinên şirnexî dê bi cil û bergên gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN
07/02/2018
18:00 Şahid: Rêberê rêberê ajokar tune bû
17:59 DBP'ê biryara ji nûve bi rêxistinkirinê da
16:50 TJA xwest dayika aştiyê Yalçin bê berdan
16:30 Nurhayat Altun SEGBÎS red kir
16:00 Ji bo 31 kesan biryara sînorkirinê derxistin
15:57 'Ên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenc bikin'
15:26 KCD'ê berxwedana xwerêveberiyên cewherî bi bîr anî
15:11 ÎHD: Nehêlin qanûna sansurê derbas be
15:00 Cerdevanê derket operasyonê bi ‘qezayê’ mir
14:59 TTB: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin
14:41 42 kes binçav kirin û der barê 55 kesan de biryara binçavan da
14:35 Dadgehê dosya Demîrtaş neşand danişînê
14:32 Tabelaya Parka Halîl Îbrahîm Oruç daxistin
14:07 Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin
14:02 Îxbara ‘derew’ veguherandin lêpirsîna parvekirinên medya civakî
13:47 Dogan: Li ber çavê min sûcê mirovahiyê kirin
13:40 Dadger biryara girtina hîndekarê kursa quranê da
13:20 Li Girtîgeha Şakranê îdiaya ‘hewldana jehrîkirinê’
12:35 Di mitbexên parastina Efrînê de berxwedan dikele
12:27 Encamnameya konferansa HDP’ê: Rexnedayîn hat dayîn û biryarên girîng hat girtin
12:21 'Encu wêneyê Roboskê bû ew ji Meclisê rakirin'
12:05 Bertekên li dijî binçavkirina Arslan: Dixwazin tevliheviyê derxin
12:05 'Ev der Çiyayê Kurmênc e, ev ax û welat ê me ye'
11:47 Kartal: Heke em paşve gav bavêjin rojnamegeriya me bi binê erdê keve
11:19 Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê dan siyasetmadarên jin
11:13 Dest bi qeydên dersên kurdî kirin
10:55 TSK'ê darên zeytûnan ji kokê ve rakirin
10:52 Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê...
10:25 ‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike'
10:05 'Nexweşxaneyên Bajêr pirsgirêkan çareser nakin, zêde dikin'
10:03 ‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’
09:24 Rêveberiya Girtîgehê: Tu bêhna xwe distînî, ne hewce ye tu bê berdan
09:23 Komeleya Xwezayê: Bi hincetên 'ewlehiyê' em nikarin tespîtên texrîbatê bikin
09:22 Wezîrê berê Halîs: Êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiyeyê bike
09:22 Altiparmak: Navê vê yekê sansur e
09:21 Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin
09:20 Akademîsyen: Em ê bi wêrekî têbikoşin
09:19 'Wê bi deh hezaran HDP'î ber bi Enqereyê ve biherikin'
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN
08:36 BTK'ê Ajansa Mezopotamya dîsa asteng kir
07:51 Beriya kongreya HDP'ê li dijî rêveberên HDP û HDK'ê operasyon
06/02/2018
22:21 Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye
22:07 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat berdan
21:06 100 parlementerên PE'yê ji bo Efrînê bang kirin: Demildest êrîşan rawestînin
20:36 AA nûçeya xwe guherand
19:24 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat binçavkirin
17:38 Parlementeriya Ferhat Encu hat betalkirin
16:37 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan hat binçavkirin
16:25 'Berî kongreya HDP'ê dixwazin tirsê biafirînin, lê dê bi ser nekevin'
16:17 Dozger, xwest meleyê îstîsmarkar bê cezakirin
16:04 Li Enqereyê 5 kes serbest berdan
16:02 HDP’ê navenda TTB’ê ziyaret kir
16:00 UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin
15:43 Gelek herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
15:26 Koçyîgît: Yên ji bo serkeftinê çûn dê têkçûyî vegerin
15:16 Daxwaza akademîsyenan a 'bila dosya bibin yek' red kirin
15:14 'Emê li dijî şer jiyanê biparêzin’
14:36 Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin derket 148’an
14:30 Kemalbay: Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Efrînê dikin
14:16 Li Efrînê mîtînga heybet
14:04 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
13:56 13 kesên binçav kirin serbest berdan
13:49 Bi hinceta stranên kurdî tê guhdarkirin deriyê qehwexaneyê mohr kirin
13:42 Malbatên girtiyan serlêdana sûc kirin
13:35 Di çile de 17 rojnameger hatin binçavkirin 7 hatin girtin
13:34 Parêzerên Erdogan xwestin Eren Keskîn ji baroyê bê derxistin
13:31 Erdogan: Obama jî rast neaxivî, Trump jî rast naxive
12:48 600 hunermendên Îranî ji bo Efrîn kampanya dan destpê kirin
12:34 Tirkiye parastina Cizîrê da DMME'ê: Yên hatin kuştin divê sivîlên masum neyên dîtin
11:59 Parêzerên Ocalan cara 728’emîn serlêdan kirin
11:49 ‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’
11:49 Girtiyan bi saetan kelepçekirî di nezaretxaneyê de radigirin
11:11 Li Îdlibê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 5 leşker birindar bûn
11:04 Wezîrê Parastina Efrînê: Ji 7 salî heya 70’î salî li ser piyane
10:55 Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û ekolojîst binçav kirin
10:28 Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir
10:24 'Xizir hêza alîkariya kesên ketine zorê ye'
09:50 Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê hat binçavkirin
09:46 Li 60 gundên Amedê ‘qedexe” hat îlankirin
09:34 Walîtiya Kilîsê li Cerablûsê girtîgehê çê dike
09:33 Şêniyên Cindirêsê: Hûn çi ji me dixwazin?
09:08 Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê
09:06 Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike
09:04 Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike
09:03 Endamê DÎK’ê Baran: Xwedê tenê ji bo aştiyê fermana têkoşînê dide
09:03 Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin
09:03 AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye