AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, parlamenterên HDP’ê Selma Irmak, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim û Burcu Ozkan di nav de 22 jinên siyasetmedar ên ji bo êrîşên li ser Efrînê şermezar bikin 3 rojan ketin greva birçîbûnê, rastî cezayê dîsîplînê hatin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kandira Hejmara 1’an 22 jinên siyasetmedar bi boneya êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar bikin, di 24-25 çile de dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Rêveberiya Girtîgehê der barê 22 jinên ketin greva birçîbûnê lêpirsîna dîsîplînê dest pê kir. Jinan li dijî lêpirsîna dîsîplînê parastina nivîskî kirin û diyar kirin ku ew li dijî êrîşên Komara Tirkiyeyê yên ku Efrînê tune dikin şermezar bikin 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistine.
Hat zanîn ku Seher Orçu, Husne Kiliç, Rezan Gozen, Zeytîn Satici, Leyla Kazak, Derya Kurtulan, Sona Mengutay, Nejla Atak, Serap Mandiz, Laleş Çelîker û Hacîre Tanirgan di çarçoveya lêpirsînê de bi kurdî îfade bidin. Lê Lîjneya Dîsîplînê daxwaza parastina kurdî qebûl nekirine û îfadeyên wan derbasî girtekan nekirine.
Lîjneya Dîsîplînê der barê çalakiya greva birçîbûnê ya 22 jinên siyasetmedar got: “Girtiyên nêrîna çepgir bi komî piştgiriya rêxistinî nîşan dane û bi armanca protestoyê jî çalakiya greva birçîbûnê pêk anîne.”
CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DAN WEKÎLAN
Lîjneyê cezayê “qedexekirina hin çalakiyan” a mehekê li Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tugluk, Wekîlên HDP’ê Burcu Ozkan, Çaglar Demîrel û Gulser Yildirim, Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê ya berê Edîbe Şahîn, Serap Manduz û Njla Ataka birî.
3 MEH CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ
Lîjneyê cezayê “Qedexekirina hin çalakiyan” 3 mehan jî li Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun, Resmiye Vatansever, Derya Gozen, Leyla Kazan, Lale Çelîker, Husne Kiliç, Seher Orçu, Sona Mengutay, Hacîre Tanirgan û Denîz Tepelî birî.
Siyasetmedar dê li dijî biryara cezayê îtîrazî Dadgeha Înfazê ya Kocaeliyê bikin.