EFRÎN – Ji ber êrîşên TSK’ê û komên girêdayî wê li gundê Çeman a girêdayî navçeya Şêra û gundê Mariskê ya girêdayî Şerewa û navçeya Reco gelek mal û kargeh wêran bûn. Hat dîtin ku TSK'ê darên zeytûnan ji kokê ve rakirine.
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê dewam dikin. Hin gundên TSK’ê û koman bi dest xistibû, endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) van gundan şûn ve bi dest xistin. Hat destnîşankirin ku li gundê Çeman a girêdayî navçeya Şêra û gundê Mariskê ya girêdayî Şerewa û navçeya Reco gelek mal û kargeh wêran bûne. Hat dîtin ku darên zeytûnan ji kokê ve hatine rakirin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) wargehên sivîl lê dijîn ên di demên cuda de ji hewa û bejahiyê ve hatin bombebarankirin û rûxandin kişand. Navê “Operasyona Şaxê Zeytûnê” li operasyonê kirin, lê gelek darên zeytûnan hatin talankirin. Bi taybetî li gundê Marsikê darên zeytûnan ji kokê ve hatine rakirin.
'EM Ê XWE BIPARÊZIN’
Xecê Yusuf a biçûk behsa êrîşa li ser gundê wan pêk hat kir û hêrsa xwe anî ziman. Xecê Yusuf ji kamerayên MA’yê re wiha got: “Erdogan li vî gundî malên her kesî bombebaran kir. Malên her kesî zerar dîtin. Derî û şivakên me şikandine. Xwedê ji wan ne razî be. Em efrînî heta dawiyê xwe biparêz in. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê xwe biparêzin.”