MÊRSÎN - Berî salekê Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê hat çêkirin; lê pirsgirêkên wê naqedine. Seroka Odeya Tabîbên Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan, diyar kir ku xwe gihandina nexweşxaneyê zehmet e, Hevseroka Şaxa SES'ê ya Mêrsînê Ozge Guncu jî da zanîn ku ji ber zêdebûna kar, her dem karker serê wan diêşe, bi vê re depresyon xwe dide der.
Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê, di 3 salan de hat çêkirin û yekemîn Nexweşxaneya Bajêr a Tirkiyeyê ye. Rayedarên dewlerê ev nexweşxane wer dan naskirin ku bi rojan pesindariya wê neqediya. Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê, piştî salekê hem welatiyên xwe digihînin nexweşxaneyê û hem jî kekdarên tenduristiyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Nexweşxaneya ku di konfora otelê de dan nasîn, odeyên wê yên yek kesî yên serwîsên wan mezin, holên dirêj, valeyên li ber deriyan mirovan pêşwazî dikin, nexeşên di hundurê nexweşxaneyê de bi maşîneyên golfê digerînin, bi her warî de bûye mijara nîqaşê. Li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê, 2 hezar û 500 memûrên dewletê û girêdayê 8 taşeronan 750 karker dixebitin, her roja ku derbas dibe şertên li nexweşxaneyê giran dibin.
'XWE GIHANDINA SAZIYÊN TENDURISTIYÊ ZEHMET E'
Seroka Odeya Tabîbên Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan, bal kişand ser çûyîn û hatina nexwşxaneyê û aşkera kir ku ji bo çûyîn û hatinê 2 maşîneyan diguherin, piştî rêwîtiyek demdirêj nexweş tên nexweşxaneyê. Ugurhan, destnîşan kir ku gelek zehmetiyên mezin li pêşiya nexweşan heye û ev tişt got: "Bi taybetî gelek xizmetên tenduristiyê teslîmê sektorên taybet kirine. Ev karê ku dewrî sektorên cemaweriyê kirine demekê şûn de winda dibin û ev xeter e. Li nexweşxaneyê serê cihê razanê 260 metreqare ye. Lê li welatên pêşketî ev 150-200 m qare ye. Ji ber ku cihê girtî yê ji bo nivîna tê veqetandin, fireh e demekê şûn de di warê paqijî, xerçkirina enerjiyê, venehêrîn û aboriyê de pirsgirêk derdikevin.
Ugurhan got ku divê saziyên tenduristiyê dewrî wezareta tenduristiyê bikin û wiha pê de çû: "Nexweşxaneya Bajêr, dûr, westandinê bi pêş dixe, çavkaniyên wê kêm, biha, ji pergaleke tenduristiyê wêdetir, bi hişmenidiya bazirganiyê û bi taybetî hatiye çêkirin. Ev pergala taybet a cemaweriyê ya hevpar, ji Qiralyeta Yekitiyê hatiye îthal kirin û Qiralyeta Yekitiyê di sala 2017'an de raporek amade kiriye, pêkanînên KOO Pergala Tenduristiya Îngîlîzan (NHS) têk biriye. Hêj em di destpêka vê rêyê de ne, divê dest ji van nexweşxaneyan berdin"
'NE SERWÎS Û NE KREŞ HEYE'
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Mêrsînê Ozge Goncu, anî ziman ku Nexweşxaneyên Bajêr, ji mafên bê pere, hêjahî û tenduristiya bi zimanê dayikê dûr û bûye qadeke taybet a xizmetê û ev tişt got: "Ev bexweşxane nexweşan wekî kirîner dibîne û ne ji bo xizmeta gel, ji bo rantê hatiye avakirin. Nexweşxaney di warê asûnê (konum) de xwe gihandina wê zehmet e û ji bo xebatkaran ne sewîs û ne kreş heye."
Goncu anî ziman ku hemşîreyên di serwîsên razanê de dixebitin û kedkarên paqijiyê, karê wan gelekî zêde ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber mezinbûna nexweşxaneyê, kêmbûna xebatkaran û kadroya rêveberiyê pir zêde ye, karê li nexweşxaneyê gelek zêde ye. Ev jî di kedkarên tenduristiyê de serêşiyê çê dike."