COLEMÊRG - Malbata Seyran Demîr a nexweşa pençeşêrê ku daketiye 35 kîloyan, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê gotiye "Tu bêhna xwe distînî, dimeşe, nûçeyên te tên çêkirin. Ne hevce ye tu bê berdan."
Girtiyên nexweş Mûrat Saat û Celal Şeker ên jiyana xwe ji dest dan û ev yek dîsa bala civakê kişand ser girtiyên nexweş. Li Tirkiyeyê di 16 salan de 3 hezar û 432 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî hezar girtî jî nexweş in. Yek ji girtiyên nexweş jî Seyran Demîr a 30 salî ku li Girtîgeha Tarsusê ya Mersinê ye û bi nexweşîna pençeşêra hestî ketiye. Demîr a daketiye 35 kîloyan, roj bi roj xerab dibe û nayê berdan. Li gel pençeşêrê nexweşiyên Hepatît-B, fitiq, bêhnçikandin jî pêre heye. Demîr, di 31 Çile de bi riya telefonê der barê rewşa xwe de agahî da malbatê.
Dayîka Demîr Cuveyra Demîr, diyar kir ku piştî nûçe hat çêkirin, rêveberiya girtîgehê du caran ew birine nexweşxaneyê û dema ji nexweşxaneyê anîne girtîgehê jê re gotine: 'Tu bêhna xwe distîne. Bi piyan diçe, nûçe jî dide çêkirin. Ji ber vê yekê ne pêwist e tu bê berdan' û gef li wê xwarine. Demîr, anî ziman ku keça wê Seyran gotiye piştî mijara wê bû rojev, ew 2 caran birin nexweşxaneyê û wiha got: "Keça min anî ziman ku piştî ew du caran çû nexweşxaneyê rêveberiya girtîgehê gotiye 'Ji bo tu bê berdan tu hincet tune ye. Tu baş î' û nexweşiya wê nedan ber çavan. Keça min anî ziman ku roj bi roj dihile û nikare nan bixwe. Rayedar diyar kirin ku hewce bi berdana wê tune ye."
'DIXWAZIN DARBESTA KEÇA MIN DERXIN'
Demîr, diyar kir ku rêveberiya girtgîgehê dixwaze wek Celal Şeker û Mûrat Saat cenazeyê keça wê ji girtîgehê derxin û wiha lê zêde kir: "Ji bo cenazeyê sedan girtiyên nexweş ji girtîgehan dernekevin divê piştigirî û hestiyarî zêde bibe. Divê hemû parazvanên mafên mirovan û hemû kes hestiyar tev bigerin."