ÎZMÎR – Akademîsyenan hedefgirtina kesên ku li dijî êrîşên li ser Efrînê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê dubarekirin nirxandin. Akademîsyen Dîlek Karabûlût û Aydin Ari, diyar kirin ku divê li hemberî tiştên tên qewimîn têkoşîneke wêrekî xwe bide der.
Rektoriya Zanîngeha Dokûz Eylulê (DEU) ji ber danezana aştiyê ya "Em ê nebin hevparê vî sûcî" îmze kiribûn 13 akademîsyen dûr xistibûn. Her wiha çend roj berê jî peymana Peywirdara Lêkolînê Dîlek Karabûlût nehat nûkirin û dawî li karê wê hat. Karabûlût û Peywirdarê Lêkolînê û Aborîzan Aydin Ari yê ji peywirê hat dûrxistin, diyar kirin ku kesên îro li dijî êrîşên Efrînê daxwaza aştiyê dikin hedef tên girtin û wiha gotin: "Em mecbûr in her tim û li her derî xeletiyê bibêjin."
Karabûlût got êdî ji bilî daxwaza aştiyê gotina "aştiyê" jî qedexe bûye û li Tirkiyeyê kesên doza aştiyê dikin ji karên xwe tên avêtin û tên terorîzekirin. Karabûlût bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bi îktîdara heyî re zimanekî milîtarîst bûye serwer û zimanekî dijminê jinan, homofobîk bûye hakimê welat. Karabûlût diyar kir ku kesên daxwaza aştiyê dikim bi polîtîkayên lîncê re rû bi rû dimînin û wiha got: "Têkoşîna me ne nû ye. Bawer dikim ku em ê ji derheqê vê yekê derkevin. Wisa difkirim wê bi têkoşîneke wêrekiyî ev roj bên derbaskirin." Karabûlût got ew ê tim doza aştiyê bikin û ew ê wek Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ku li dijî operasyona Efrînê doza aştiyê kir, daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bînin ziman. Karabûlût bi lêv kir ku daxwaza ji bo aştiyê qet ne sûc e û ji bo birêvebirina xebatên zanistiyî û demokratîk divê civakeke aştiyane bê avakirin. Her wiha Karabûlût ew ê karên xwe yên zanistiyî bidomînin û ew kesek jî bimînin ew ê bitêkoşin.
"EM MECBÛR IN LI HER DERÎ XELETIYÊ BÊJIN'
Akademîsyen Aydin Ari jî, diyar kir ku akademî jî di nav de hemû sazî û dezgehên muxalif tên tasfiyekirin û Desteya Hîndekariya Bilind (YOK) ji bo çend akademîsyenên muxalif yên di akademiyan de mane jî tasfiye bike amadekariyan dike. Ari balê kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û ev tişt gotin: "Ez dikarim li her derî bibêjim ku wek akademîsyenekî û welatiyekî ez qethiyen tev li polîtîkaya hikûmeta ya der barê Efrînê de nabim. Nebeşdarbûyîna min a polîtîkayên hikûmetê yên ku ez wan naecibînim mafê min ê herî sereke ye. Ji ber em li dijî vana dertên, me hedef nîşan didin. Mirov dimirin. Mafê me ye ku em vana diyar bikin. Lê di qezayên trafîkê de, di qezayên karî de jî gelek mirov dimirin. Hikûmeteke me ya ku ji bo çareserkirina vana tiştekî nake heye. Di cinayetên jinan de gelek mirov dimirin, tên tecawizkirin li vî welatî. Em her roj bi van nûçeyan re rû bi rû dimînin. Em ê çi bikin, dema em vana neynîn ziman qey çê nabin. Li vî welatî tecawizî zarokan tê kirin, yanî dema em vana neynin ziman qey ev winda dibin. Na. Em emcbûr in li her derî vana bînin ziman. Çareserî ew e ku li her derî li dijî vana bê derketin. Li her derî xeletî bê gotin."
MA / Rûken Demir